Boykut û tehrîmên dijmin dê bandûrê li pêşkentina Îranê nekin

 Boykut û tehrîmên dijmin dê bandûrê li pêşkentina Îranê nekin

Endamê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) diyar kir: Îro Emerîkî bi awayekî li dûyî tolstandinê ne, lê bila zanibin ku gelê Îranê dê li vê qadê jî biserkeve.

Abna – Endamê Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) Elî Ekber Welayetî, li merasîma diyarî Astaneya Qudsa Rezewî kirina medalyeyên pêşbirkên cîhanî yên koma RoboCup a Zanîngeha Azada Îslamî ku tevî rêveberîya vê Astaneya Miqeddes li herema rezewî li dar ket, ameje bi pêşketinên zanistî yên welêt ên piştî serketina Înqilaba Îslamî kir û destnîşan kir: Tiştê ku îro em di diyarîkirina medalyeyên ekîba Zanîngeha Azada Îslamî de lê şahid in, yek ji mînakên pêşkentina zanist û teknolojîyê ye ku di warê hişê çêkirî de bi destê ciwanên Îranî hatiye bidest xistin.

Wî anî zimên ku vê komê li hevberîyên RoboCup a Kanadayê di nava 150 beşên zanîngehî de pileya ewil bidest ve anîye û eşkere kir: Ev serketin nimûneyek e ku şiyan û behredarîya ciwan û gelê Îrana Îslamî di warê zanist û teknolojîyê de nîşan dide. Bêguman ev gelê bihêz dikare abûrîya berxwedanê wek rêya têkoşîna li hember boykotên dijminan bixe pratîkê.

Elî Ekber Welayetî lê zêde kir: Îran welatek e ku li dirêjayîya dîrokê daye peyîtandin ku dikare her zîrveyeke serketinê fetih bike û vî welatî di dirêjayîya dîrokê de ji şaristanîya Îslamî re pêşengî kiriye.

Welayetî her wiha îşare bi serketinên dawîn ên Îrana Îslamî di têkoşîna li dijî terorîstan û dijminan kir û daxuyandin: Îrana Îslamî, piştî serketinên dawîn, ji alîyê serokkomarê ehdşken û şerûd ê Emerîkayê ve bi tehrîmên nû tê tehdîdkirin. Milet û dewleta Îranê li kêleka hevdû dê li hemerî Emerîkayê rawestin û gelê Îranê li beramberî Emerîka û havelbendên wê, pişgirî didin rêveberîya xwe.

Wî daxuyandin ku dijmin wer difikirin ku bi vê tehrîmê re wê gelê Îranê teslîm bibe lê wê di ser re pir derbas nebe ku gelê Îranê dê biserfirazî ji vê bendê jî rabihorin û di dewamê de eşkere kir: Îrana Îslamî hêza yekemîn a herêmê ye û bi enîya berxwedanê destên Emerîkîyan ji navçeyê qutkirin. Emerîkî îro bi awayekî li dû tolstandinê ne, lê bila zanibin ku miletê Îranê dê li vê qadê jî biser keve.

Welayetî got: Serokkomarê fortek û zimandirêj ê Emerîkayê bila zanibe ku miletê Îranê dê li dijî zorgoyî û zordarîyê rawestin û nişan bidin ku gefên wî jibilî fort û zirtan ne ti tişt in û dê ser re pir derbas nebe ku em ê bibin şahid ji pêşketina ji berê zêdetir a Îranê. Yek dengîya ku îro li welêt hatiye pê, hêvîya paşerojeke ronak dide.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018