Bozdag: Li hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê tu rikeberîyek tineye

Bozdag: Li hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê tu rikeberîyek tineye

Alîkarê serokwezîrê Tirkîyê li axavtinekê bal kişand ser hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê û dîyar kir: Di rastîyê de ez tu rikeberîyekê li hilbijartinên serkomarîya Tirkîyê nabînim

Li gorî rapora Rojnama Milliyet`ê, Bekir Bozdag alîkarê serokwezîrê Tirkîyê li axavtinekê bal kişand ser hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê û got: Di rastîyê de ez tu rikeberîyekê li hilbijartinên serkomarîya Tirkîyê nabînim. Komeke berbijarên serokomarîyê heye ku hewil didin derbasî tûra duyem bibin û di vê çarçovê de bi hev ra rikeberîyê dikin.

Wî herwiha got: Receb Teyîb Erdogan jî ji bo ku wek serokomar were bijartinê, hewil dide. Li halekî ku kesek ji bo birêvebirina Tirkîyê û serokomarbûnê hewil dide, berbijarên din bi hev ra rikeberîyê dikin. Rikeberîya wan ji bo wê ye ku bigihêjin tûra duyem a hilbijartinan.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018