Brocêrdî: `Mesûd Barzanî lîstikeke bixeter destpê kiriye`

  • Kodê Nûçe : 856540
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Serokê Komnîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: ``Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî bi lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê, lîstikeke bixeter dest pê kiriye ku wê li ser ziyana vê herêmê be``.

evî hebûna dijayetiyên cîhanî û dewleta navendî ya Iraqê digel Giştpirsîna Cudabpûna Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî bi vîn û xwesteka şexsî ev giştpirsîn roja Duşemiyê û heta li hin navçeyên kêşeliser di navbera Hewlêr û Bexdayê, li dar xist.

Serokê Komnîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elaedîn Brocêrdî, bi gotina vê yekê ku Cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê dikare dûhatên nerênî li warên aborî, civakî û heta leşkerî pêk bîne, got: ``Li halekî ku Îran, welatên cînarê Iraqê û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa Iraqê pêgiriyê dikin, Rêjîma Siyonîst li hemberî siyaseteke visa ye``.

Serokê Komnîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha got: ``Li gorî vê yekê ku Cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê ji aliyê Bexdayê û welatên navçeyê bi fermî nayê naskirin, Giştpirsîna lidarketî li Herêma Kurdistana Iraqê, neqanûnî û redkirî ye``.

Serokê Komnîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê destnîşan kir: ``Têhran dê hemî rêbazên xwe ji bo parastina yekparçetiya axa Iraqê bi kar bîne``.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*