Çarenivîsa Idlibê ser maseya muzakirên Astanê li Sûçiya Rûsiyê

Çarenivîsa Idlibê ser maseya muzakirên Astanê li Sûçiya Rûsiyê

Sibê li Sûçiyê dewra dehemîn a muzakirên Astanê bi beşdariya taximên welatên garantîker û nûnerên hikûmeta Sûriyê û dijberan tê lidarxistin.

Moskowayê beriya destpêbûna van muzakiran ku bo cara yekê li Sûçiyê tê lidarxistin, kempêyna navçeyî û navneteweyî ji bo vegeryana  awareyan bo navçên  bin kontrola hikûmeta  Sûriyê  bi rê xistiye.

 Lê çavkaniyên nûçeyan ên rûsî hişyarî dan ku renge pirsgirêkên  bi Tirkiyê re ger hikûmet ser çareserkirina  eskerî li parêzgeha  Idlibê îsrarê bike, dawiyê bide pêvajoya Astanê.

 Rûsiye ji bo pêkanîna nexşeriya pêkan ji bo hikûmeta Sûriyê bi Tirkiyê û îraniyan ra ji bo çareserkirina  dosiya Idlibê dixebite ku dawîbûna  gefa  terorîzmê, dabînkirina  riyên peywedniyê tev Helebê û kêmkirina  qaweta serhildayiyan digre ber xwe

 Ji aliyê din ve piştî sefera taximekê ji konseya  Sûriya Demokratîk bo Şamê, yek ji rêberên  vê konseyê hêvî kir ku ev sefera asoyek be bo çareserkirina  qeyrana siyasî.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018