Chomsky: Trump li êrişa ser Îranê difikire

       Chomsky: Trump li êrişa ser Îranê difikire

Zimannas, siyasetmedar û toerîsiyenê amerîkî Noam Chomsky got: Tenê fikra serokomarê Amerîkayê Donald Trump eva ye ku êrişî ser Îranê bike.

Noam Chomsky li hevpeyvîna xwe bi Ramangeha filistînî re got: Derketina Trump ji bernama Pêngava Hevpar anku Peymana Navokî ya navbera Îranê û Koma 5+1 bi awayekî eşkera bû sedema alozî û bê îstiqrariyê li navçê de.

Chomsky desnîşan kir tevî ku saziyên îstixbaratê yên Amerîkayê piştrast kirine ku Îranê peymana navokî tam cih aniye lê dîsa Trump ji vê peymanê derket.

Chomsky  desnîşan kir ku Amerîka û Îsraîl bi heceta ku Îran hewl dide bomba atomê bi dest bêxe, hewl didin zanyarên vî welatî bikujin ku vê yekê dûhateke xwe ya tirsnak û reş heye.

Chomsky  got: Hedefa stratejîk a Amerîkayê qahêmkirina hevalbendiya Îsraîl û welatên erebî ye bona sekinîna li ber Îranê, çûnku ev welata hejmûnî û serdestxwaziya Amerîkayê li navçê de asteng dike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018