Civîna hevpar a Makron û Nêtanyahû / Dubarekirina tawanên pûç dijî Îranê

Civîna hevpar a Makron û Nêtanyahû / Dubarekirina tawanên pûç dijî Îranê

Civîna nûçevaniya hevpar a roja Sêşemiyê ya Êmanoêl Makronê serokomarê Fransayê û Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li Parîsê li ser mijara pêkanîna tirsa ji Îranê û dubarekirina tawanên pûç û bêbingeh dijî Komara Îslamî ya Îranê hat lidarxistin

Li gorî rapora Fars Newsê, Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li vê civîna çapemeniyê got: Min ji Fransayê nexwestiye ku ji Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1'ê derkeve, ji ber ku ez bi bawer im ku ev lihevkirin xwebixwe û zûtirkê di bin zexta aborî ya Amerîkayê dê ji nav here.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê 8ê Gulanê bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyamam ji sê heta 6 mehên tê da ragihand.

Brîtanya, Frasna, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên îmzekerê Lihevkirina Atomî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê ya nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ragihandine ku ewna pişta vê lihevkirina navneteweyî digirin.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) mixabiniya xwe ji biryara yekalî ya serokomarê Amerîkayê ragihand.

Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bi dubarekirina tawan û gotinên xwe yên beredayî û hertimî dijî Komara Îslamî ya Îranê îdia kir bona wî tenê eva girîng e ku rê li ber Îranê bo bidestxistina çeka atomê were girtinê.

Ev îdiaya pêkenî ya serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li halekî ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) heta niha bi caran li ser biaştîbûna çalakiyên atyomî yên îranê pêgirî kiriye.

Makroni jî îdia kir ku Fransa û Rêjîma Siyonîst derbarê Îranê fukar û dilgiraniyên hevpar hene.

Serokomarê Fransayê tevî pêgiriya li ser girîngiya Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi "Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar", îdia kir ku lihevkirineka kamilker ku bernameya mûşekî û çalakiyên navçeyî yên Îranê bigire ber xwe, divê li Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1'ê were zêdekirin.

Du aliyan her wiha qala hevhatina ji bo pêkanîna komxebatên hevpar ji bo zêdekirina hevkariyan li vî warî da kir.

Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst ji roja Duşemiyê va sefera xwe ya dewreyî bo Ewropayê bi mebesta zêdekirina zexta li ser Komara Îslamî ya Îranê dest pê kiriye.

Nêtanyahû roja Duşemiyê gihîşte Bêrlînê û bi Angêlla Mêrkêla serokwezîra Almanyayê ra hevdîtin û gotûbêj kir. Wî roja Sêşemiyê ji Bêrlînê berê xwe da Parîsê, Nêtanyahû ji Parîsê jî here Londonê.

Îran mijara sereke ya gotûbêjên Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bi rayedarên Almanya, Fransa û Brîtanyayê ra ye.

Komara Îslamî ya Îranê rola sereke li sekinîna li hemebrî pîlan û komployên bereya rojavayî-siûdî-siyonîstî li navçeyê girtiye ser milê xwe.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018