Demîrtaş: Erdoxan nizane Dêmokrsî û Aştî çî ye

Demîrtaş: Erdoxan nizane Dêmokrsî û Aştî çî ye

Berendamê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li Hilbijartiya Serokomartiyê ya Tirkiyê ku ji meha Mijdara sala 2016an va bi tawana piştgiriya ji PKKê li zindanê ye li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a "Deutsche Welle" ya Almanyayê ra ji nebûna piştgiirya Ewropayê ji dojebrên dewleta Tikriyê rexne kir

Li gorî rapora ISNAyê, Hevserokê berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), Selahedîn demîrtaş li dewama gotinên xwe wek bersiva bo pirseê li bara hitmala azadiya xwe got: Girtina min li ser esasa xwestekên siyasî bûye. Heke ez herim dadgehê û saziya dadweriyê bi awayekî serbixwe tevbigere, ez têm azadkirin, lê saziya siyasî ya welêt lis er pêvajouya dadweriyê bandorê dike. Têkoşîn ji bo dêmokrasî û azadiyê ji aliyê xelkê va didome û heke ev têkoşîn bên domandinê, pêkanîna pêvajoyeka dadweriyê ya serbixwe pêk tê û ez dê biakrim li dadgeheka bi însaf û edlane bêm mehkemekirin.

Vî berendamê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li bara hitmala hevpeyivîna hilbijartinê digel kanala dewletî ya TRTê got: Rewşa mêdyayan li welêt dilgiranker e. Ewna di bin zextê da ne. Niha beşek ji civaka Tirkiyê tu nûnerê wan ê siyasî tune. Ez zanim ku ewna di bin zextê da ne.

Wî her wiha got: Tu ciyawaziyek tune ku tu endamek ji civata Tirkiyê bî û li dû aştiyê bî. Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) tenê partiyeka siyasî nine, belkî partiyek e ku nîşan dide çawa meriv diakrin li kêleka hevdu bijîn û ji bo pêşerojê hêviyê bidin gel. Em divê peyama xwe bigihînin tevahiya gel û ji tevahiya kanalên pêwendîgirtinê bi awayekî bibandor sûdê werbigirin da ku bi vî aweayî wêneyeka durust ji xwe li nav xelkê nîşan bidin.

Wî wek bersiva pirseka din li bara vê yekê ku gelo heke Receb teyib Erdoxan ji nû va wek serokoamr were bijartin, dê pêvajoya Aştiyê dest pê bibe? got: Vê gavê hegereka herî biçûk jî bo me tune ku em bawer kin Erdoxan dizane ku dêmokrasî, aştî û rêkara bidestxistiona wê çî ye. Em gişt mijûlî bidestxistina rêkara bi aştî ji bo pevçûnên tirkan û kurdan in, lê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li nav pêvajoyeka visa da nine.

Demîrtaş li bara helwêsta ewropayê derheqê darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an got: Tiştê ku em dibînin ev e ku welatên ku di nava lihevkirina penaberan digel Tirkiyê da ne û çekan difiroşin vî welatî, gellek sûd û berjewendiyên xwe hene. Li ser vê esasê bêdengiya wan derheqê binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyê pêka berê berbiçav e. Ewropayê xal û prensîpên xwe dane aliyekî. Li ser vê esasê em vedibijêrin ku bi gelê Ewropayê û rêxistinên dêmokratîk ra dewsa rêberên siyasî biaxivin.

Vî berendamê partiya alîgirê kurdan (Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP)) li bara derbaskirina kempêyna xwe ya Hilbijartinê li nav zindanê got: Ez di nav zindaneka bi ewlehiya gellek zêde da me ku ev yek bi vê wateyê ye ku min bijardeyên gellek sînordar li pêşberî xwe hene. Ez hewil didim ku bi şandina kurtepeyaman pişta kempêyna xwe ya hilbijartinê bikim. Ez rojên xwe bi xwendin û nivîsîna li bara hilbijartinê derbas dikim û her rojê parêzerên min tên dîtina min û em gotûbêj dikin û miajrên siyasî û pêdiviyan didin ber behsê.

Wî her wiha got: Her wiha ez diakrim di heftiyê da rojekê bi qasî saetekê hevjîna xwe bibînim. Ew morala min xurt dike. Ez her hftiyê gellek nameyan werdigrim ku hêza min zêde dikin.

                                                                         


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018