Despêbûna mehkemekirina hin leşkeriyên tawanbarê beşdariya li hewldana darbeya ya Tirkiyê

  • Kodê Nûçe : 859356
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

143 leşkeriyên Tirkiyê ku bi tohmetbariya beşdariya li darbrya bê encam a Tîrmeha 2016 hatine girtin ji îro ve tên mehkemekirin,

Li gor rapora AFP 30 efserên derecebilind ku di nav leşkeriyên hanê de ne. îro li bajarê Sîlîvrî tên mehkemekirin.

Gişt ev kesana  ku tên mehkemekirin ji bilî heşt kesan niha li girtîgehê ne.

Dewleta Tirkiyê van kesan tawanbar dike ku li hewldana darbeya leşkerî ya par de dest hebûne. Hikûmeta Erdogan ji dema têkçûna darbeya leşkerî heya niha zêde ji 170 hezar ji dijber û neyarên xwe bi tometbariya beşdariya li vê darbeyê girtine û xistine hewsê. Kesên hanê ji kedkarên teşkîlatên dewletê, polîs, zanîngehî, mamosta û hêzên artêşê ne ku ji ser karê xwe hatine derxistin û ketine hewsê.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam