Desteya siûdî ji bo kirrîna Gumbêza Hesin çû Til Avîvê

Desteya siûdî ji bo kirrîna Gumbêza Hesin çû Til Avîvê

Li pey aşkirabûna sûdwergirtina siûdiyan ji mûşekên qedexe yên israîlî li şerê Yemenê, rojnamevanekî rûniştiyê Filsitîna dagirbûyî aşkira kir ku desteyek ji Erebistanê ji bo kirrîna pergala parastina mûşekî ya Gumbêza Hesin çûye Til Avîvê.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Malpera El Xelîc El Cedîd nivîsî: Desteya siûdî bi serokatiya Enwer Eşqî, efserê berê yê Saziya Istixbarata Erebistanê ji bo kirrîna pergala berevaniya mûşekî ya Gumbêza Hesin çûye Isr4aîlê.

Rojnameyeka swîsî jî Çileya 2018an aşkira kir ku Erebistan ji bo bidestxistina pergala berevaniya mûşekî ya Israîlêî nasyar bi Gumbêza Hesin û alavên din ên şêrr ên israîlî ji Til Avîvê xwestiye ku van çekan ji riya welatekî sêyem dayne ber destê Riyazê.

Her wiha malpera nûçeyan a Dîfêns Worldê (Defense World) pêştir tevî amajeya bi hewildana Riyazê ji bo neketina ber mûşekên Ensarullaha Yemenê, ragihand: Karzanên leşkerî yên siûdî pergalên berevaniya mûşekî ya Israîlê li Ebu Zebiyê ceribandine.

Malpera qeterî ya Xelîc Online roja Îniyê ji zarê hin çavkaniyên nêzikî Komîsiyona agahiyan a Kongreya Amerîkayê ragihand: Hêêzn hevpeymaniya destdirêjkerên siûdî çekên çêkirî bi destê Rêjîma Siyonîst li şerê dijî Yemenê bi taybet li bombebarana bajarê perravî yê Hudeydeyê bi kar anîne.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018