Dewleta Tirkiyê li halê jinavbirina medeniyeta Orarto li Wanê ye

Dewleta Tirkiyê li halê jinavbirina medeniyeta Orarto li Wanê ye

Kelaya Orarto ku dîrokek sê hezar salî heye û ketiye nav lîsteya şûnewarên dîrokî yên Wanê, ji aliyê dewleta Enqerê li halê kavilbûnê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Karzan û kevnarnas bawer in her çend kelaya sê hezar salî yê Orartoyê li bajarê Wanê , wekî şûnewareka kevnar tê naskirin lê ji ber siyasetên dewleta Enqerê li halê kavilbûnê ye.

Kelaya dîrokî ya Orartoyê li Wanê ji aliyê wezareta torîzm û ger û seyranê va wek şûnewareka kevnar hatiye naskirin lê karzanên kevnarnasiyê bawer in dewleta Enqerê eva 20 sal in ku li halê jinûve çêkirina vê kelayê ne, lê ev xebata li eslê xwe bona jinavbirina vê kelaya dîrokî ye.

Ji ber vê siyaseta dewleta Enqerê, xelkê Tirkiyê û bi taybet kurdên Tirkiyê li ser torên civakî gelekî nerezamendiya xwe dane diyarkirin.

Kevnarnas dibêjin ku dewleta Tirkiyê li prosa avedankirina jinûve ya kelaya Orartoyê dixebite vê binayê wekî benaya dewrana osmaniyan çêbike û wisa bide diyarkirin ku ev binaya yê dewrana Osmaniyan e.

Elî Kalçek berpirsê parastina şûnewarên dîrokî li bajarê Wanê dibêje piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya sala 2016 li Tirkiyê, dewleta Enqerê dixebite hemû şûnewarên dîrokî yên Wanê ji nav bibe.

Dewleta Tirkiyê Dixebite ku Kelaya Orartoyê wekî binaya dewrana Selcûqiyan bide nasandinê.

Kalçik dibêje: Dewleta Enqerê wisa siyaseta xwe digerîne ku tu yê bêjî tu kurd yan ermeniyek li bajarê Wanê nedijiyaye û ev cure siyasetên hanê bona înkarkirina kurdan û ermeniyan li nav Tirkiyê cih tên.

Orarto navê medeniyeteka dewrana hesin e

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018