Dijayetiya Konseya Leşkerî ya Minbicê digel hevhatina Tirkiye û Amerîkayê

Dijayetiya Konseya Leşkerî ya Minbicê digel hevhatina Tirkiye û Amerîkayê

Konseya Leşkerî ya Minbicê li bakurê Sûriyê ragihand ku li dijî her cûre hebûna çekdarî ya Tirkiyê li vî bajarî ye.

Li gorî rapora Reutersê, piştî hevhatina navbera Enqere û Waşîngtonê li ser şêwaza birêvebirina Minbicê, berdevkê Konseya Leşkerî ya Minbicê ya Sûriyê ragihand ku ev hevhatin nayê pejirandin.

Demekê beriya niha Konseya Leşkerî ya Minbicê li daxûyaniya xwe tevî diyarkirina haydarnebûna xwe ji hûrgilliyên hevhatina Amerîka û Tirkiyê, ew wek misogerkirê ewlehiyê û parastina li hemberî gefên biyanî dabû zanîn.

Rojekê piştî gotûbêjên Amerîka û Tikriyê derbarê bajarê stratijîk ê Minbicê li bakurê Sûriyê, çekdarên kurd ên sûrî roja Sêşemiyê ragihandin ku hêzên xwe ji vî bajarî tînin derê.

Tirkiye ku nêrîna wî welatî derbarê hebûna kurdên Sûriyê li sînorê xwe nerênî ye, piştî derxistina hêzên kurd ji navçeya Efrîna Sûriyê, bi caran gef xwar ku operasiyon xwe dê ber bi bajarê Minbicê va pêşda bibe.

Amerîkayê weke Fransayê hêzên xw eyên çekdar li Minbica Sûriyê bi cih kirine.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018