Dijberiyên navneteweyî li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê

  • Kodê Nûçe : 855715
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Konseya ewlehiyê ya Rêxistina NY roja pênşemiyê bi daxûyaniyekê li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûna herêma Kurdistana Iraqê dijberî kir.

Herêma Kurdistana Iraqê biryar e 25 Îlonê giştpirsiya  cidabûna Herêma  Kurdistanê li dar bixe kiryara ku rastî berteka cidî ya dewleta Iraqê û komên curbicure iraqî û welatên navçê hatiye.

 Ji ber dijberiyên  navxweyî, navçeyî û navneteweyî li hember lidarxistina  giştpirsiya  cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê tê texmînkirin ku hefteya tê alugurên Iraqê buyerên giring bigre ber xwe.

 Pêgiriya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina  giştpirsiya  cidabûnê ne tenê eşkere binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqê tê hesabê, belkî li dijî bîr û ra  û dengê xelkê Herêma Kurdistana Iraqê ye ku li qonaxên curbicur  ser hebûna Iraqekeke yekperçe tekez kirine. Kurdên Iraqê du caran li salên 1917 û 2005`an  mayîna li Iraqa yekperçe bijartine û dengê xwe dane  sekinîna ser qanûna bingehîn a vî welatî.

 Li vê çarçoveyê Herêma Kurdistana Iraqê beşek ji yekperçetiya  erdê Iraqê ye ku li gor qanûna  bingehîn  bi awayê federal tê îdarekirin.

 Ji babet navneteweyî jî lidarxistina  giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iarqê ku pêngaveke  yekalî û  nehewdeng tê hesabê , ne li gor  qayîde û qirarên  navneteweyî û mafên navneteweyî ye  û loma  tu bingeheke  qanûnî û rewa  jibo lidarxistina wê tine.

Yek ji pîvanên  giring ên nijyara  dewletên cîhanê  hebûan tevna  çend etnîkî an hebûna  kêmîna  qewmî-mezhebî ye.

 Hilkolandinên ku  li bara  nasyonalîzma  qewmî û nijyara  cîhanê û welatan cih  hatiye, nîşan dide ku  tenê  li 14 welatên  cîhanê tevn û nijyara  çend etnîkiyê tine an  kêmîna tetnîkî ya berbiçav tine û li vê navberê tenê sedî 4 ê gelheya cîhanê li van welatan dijîn ku  tenê xwediyê qewmekê ne . Di rewşeke wiha de  Nasyoalzîma  etnîkî ku  Mesûd  Barzanî mîna dînan ser disekine  ne tenê dermankeke baş jibo êş û pirsgirêkên  civaka mirovahiyê ya îro nîne belkî demargirjiya  neteweyî, qewmî û mezhebî jî gurtir dike. MIjareke wisa tam  li dijî xala ewil a îlannama  mafên mirovan û manîfesta  NY ye û tu xelatek  xêncî şerên bixwîn, bişûndemayîna aborî û civakî û pêşilbûna  zêdetir a mafên  bingehîn ên însanî tinebe.

Konseya Ewlehiyê ya NY bi daxûyaniyekê eşkere dijberiya  xwe li hember lidarxistina  giştpirsiya  cidabûnê li Herêma Kurdistana  Iarqê raghandiye lê Mesûd Barzanî bi pêgiriya ser kirarên  xwe yên nemaqûl û şopandina  berjewendiyên hizba xwe û  bi sersariya li hember berjewendiyên kurdan û mesilheta  welatê Iraqê, di pratîkê de  Herêma  Kurdistana Iraqê xistiye ber xeterê ku heta  Konseya Ewlehiyê ya  Rêxistina NY jî li bara vê meselê hişyarî daye wî.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam