Ebadî: "Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistanê neqanûnî ye"

  • Kodê Nûçe : 853927
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Serokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê tevî pêgiriya li ser neqanûnîbûna cudabûna Herêma Kurdistana vî welatî, ji rayedarên vê navçeyê xwest ku digel Bexdayê gotûbêjê bikin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Heyder Ebadîyê serokwezîrê Iraqê her cûre bikaranîna hêza yekalî li Iraqê nemumkin da zanîn û got: "Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistanê, gefê li ewlehî û yekparçetiya axa Iraqê dixwi".

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê roja heftem a Hezîrana 2017an bi amadebûna Mesûd Barzanî, serokê vê navçeyê, lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêmam Kurdistanê ji iraqê di roja 25ê Îlona 2017an pesend kirin. Mijara ku tûşî dijayetiya bihêz a dewlet, komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçe û cîhanê bûye. Tevî vê yekî serokêî Herêma Kurdistana Iraqê, "Mesûd Barzanî" ji kurdên Iraqê xwestiye ku beşdarî vê giştpirsînê bibin

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*