Emîrevdillahiyan: Mewqînasî û iqtidar du bingehên her cûre gotûbêja dîplomatîk in

Emîrevdillahiyan: Mewqînasî û iqtidar du bingehên her cûre gotûbêja dîplomatîk in

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî mewqînsî û iqtidar wek du bingehên her cûre gotûbêjê da zanîn.

Li gorî rapora ISNAyê, Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî, Hisên Emîrevdillahiyan li rûpela xwe ya twitterê bal kişande ser daxwsaza vê dawiyê ya serokoamrê Amerîkayê ji bo gotûbêja bi Komara Îslamî ya Îranê ra û got: Gotûbêja bi Amerîkayê ra tu wextî ``Tabo`` nebûye;  Bi dejhan hevdîtin navbera wezîrên karên derve yên du welatan li warê Lihevkirina Atomî û sê dorên gotûbêja li Bexdayê ji wan e.

Emîrevdillahiyan got: Pirsgirêk gotbêj nine, belkî liv û tevgerên bi quretî, cinayetên mezin û bêsoziyên berdewam ên Amerîkayê pirsgirêk e.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê vê dawiyê îdia kir ku amasde ye ``Bêyî pêşmercekê`` bi berpirsên Komara îslamî ya Îranê ra gotûbêj bike.

Xapandina raya giştî ji aliyê serokomrê Amerîkayê va derbarê amadetiya ji bo gotûbêja bi Komara Îslamî ya îranê ra li halekî ye ku Trump roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihandin.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018