Encamên rapirsîya herî dawîyê têkildarî rewşa dengên partîyan li hilbijartên 24`ê Hezîranê li Tirkîyê

Encamên rapirsîya herî dawîyê têkildarî rewşa dengên partîyan li hilbijartên 24`ê Hezîranê li Tirkîyê

Kompanya Lêkolînan a Piarê encamên rapirsiya xwe ya dawîyê ragihandin. Li gor anketê, rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhurê ji sedî 42.1, Hevpeymaniya Millet ji sedî 43.1 û HDP jî ji sedî 14 ye ku yê benda hilbijartinê derbas bike.

Kompanya Lêkolînan a Piarê ji bo hilbijartinên pêşwext ên 24 Hezîranê li Tirkiyê, di navbera 26-31`ê Gulanê de li 26 bajaran raya 2 hezar û 620 kesan pirs kirîye û encamên wê eşkere kirin.

Li gor rapirsiyê, rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet ji ya Hevpeymaniya Cumhur derbas dibe. Herwiha rêjeya daketina dengên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û Hevpeymaniya Cumhurê nêzîkê hev in.

Li gor rapirsiyê eger roja Yekşemê hilbijartin were kirin, dê AKP ji sedî 34.8, MHP ji sedî 7.3, CHP ji sedî 23.4, Îyî Partî ji sedî 17.2, HDP ji sedî 14.1 û Partiya Seadetê ji sedî 2.5ê dengan wergire.

Li gor heman rapirsiyê rêjeya dengên berbijêrên serokkomariyê jî wiha ye: Erdogan ji sedî 39.7, Înce ji sedî 26, Akşener ji sedî 21.2, Demîrtaş ji sedî 11.1, Karamollaoglu ji sedî 1.8 û Perînçek ji sedî 0.1.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018