Erdoxên qala boykotkirina wezîrên amerîkî wek bersiva bo kiryara wî welatî kir

Erdoxên qala boykotkirina wezîrên amerîkî wek bersiva bo kiryara wî welatî kir

Erdoxanê serokoamrê Amerîkayê wek berteka li hemberî karê dewleta Amerîkayê yê boykotkirina wezîrê karên hundir û wezîrê dadweriyê yê kabîneya wî, ragihand ku Tirkiyê jî karekî mîna karê Amerîkayê derheq wezîran dike.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Erdêxn kli axaftinekê li Kongreya Baska Jinan a Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) got: Wek kiryareka beranber em jî dê heyitiyên wezîrên karên hundir û dadweriyê yên Amerîkayê li Tirkiyê bixin astengiyê.

Wî destnîşan kir: Karê vê dawiyê yê Amerîakyê li dijî tirkiyê ji ber dosyeya Andro Branson keşeyê amerîkî yên zindanî, pêngavek li gorî hêjatiya hevpeymanek stratijîk nine.

Wî bi gotina vê yekê ku ``Pesnder û piştgirên têrorîstan dê nema ji destê dewleta Tirkiyê bifilitin``, got: Zû an dereng emê hisaba komên qatil û têrorîst mîna berê safî bikin.

Erdoxên bi awayêî nerasterast û xitabî serokomar û rayedarên Amerîkayê got: Bi girtina alîkarê berê yê halk banka Tirkiyê ku pêştir 6 caran çûye Amerîklayê û hatiye, hewil nede ku bi me ra danûstandinê bikî``. Wî blokekirina heyitiyên wezîrên karên hundir û dadweriyê yên Tirkiyê li Amerîkayê bi mehneya destwerdana wan li dosyeya Andro Branson keşeyê amerîkî yê zuindanî li Tirkiyê ji aliyê rayedarên Waşîngtonê va neberaqil da zanîn.

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir ku Amerîka nikare bi dubarekirina şaşitiyên welatên ewropî bi ser bikeve û her wiha got:  Tirkiye rê nade ku bibe amûr û pêlîstoka siyasetên anvxweyî yên welatên ewropî û  Amerîkayê.

Li gorî rapora IRNAyê, Heftiya bihurî li dû mehkûmbûna dadweriyê ya Andro Branson keşeyê amerîkî li Tirkiyê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi peyameka Twitterê gef xwar ku ji ber dirêjbûna dema girtina vî keşeyî bi tawana Sîxoriyê, boykotên giran li ser Tirkiyê disepîne.

Sara Sandirz berdevka Koşka Sipî sê rojan beriya niha di hevpeyivînekê da ragihand ku Waşîngton ji ber azadnebûna Andro Branson keşeyê amerîkî yê girtî li Tirkiyê, wezîrê dadweriyê û wezîrê karên hundir ê Tirkiyê boykot dike.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018