Êrîşa întiharî li dijî Mizgefta Îmamê Zeman (a.c) li rojhilatê Efxanistanê: 130 şehîd û birîndar

Êrîşa întiharî li dijî Mizgefta Îmamê Zeman (a.c) li rojhilatê Efxanistanê: 130 şehîd û birîndar

Êrîşa întiharî ya terorîstan li dijî mizgefta Şîeyan ya li bajarê Gordîzê navenda Pektiyayê, 130 şehîd û birîndar li pey xwe hîşt.

Abna – Terorîstan li Gordîzê navenda Pektiyayê êrîşeke xwekujîyê li dijî Mizgefta Îmamê Zeman (a.c) pêk anîn.

Berdevkê polîsê parêzgeha Pektiyayê Serdar Welî Tebessum got: Du êrîşgerên xwekuj dema lidarxistina nimêja înê ketin mizgeftê û berê gule bi ser gel de reşandin û pişt re êlegên întiharê yên li xwe kirî teqandin.

Vê êrîşê li devera Xace Hesen ya bajarê Gordîzê rû daye.

Hin çavkanîyên Efxanistanê diyar kirin ku, hejmara kesên şehîd ketî 30 û ya birîndaran jî 100 kes e.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018