Êrîşa mûşekî ya artêşa Yemenê ser başûrê Erebistanê

Êrîşa mûşekî ya artêşa Yemenê ser başûrê Erebistanê

Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê Pêncşemiyê bi şev bi mûşekeka Balistîk, baregeha leşkerî ya El Mustehdesê li rojhilata Cîzanê li başûrê Erebistanê dan ber êrîşê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihnd ku baregeha leşkerî ya El Mustehdesê bi mûşeka herêmî ya Bedr 1ê daye ber êrîşê.

Hêza deryayî ya artêşa Yemenê û komîteyên gelanî yên vî welatî jî Pêncşûemiyê bi şev varegeheka deryayî ya Rêjîma Siûdî li Deryayav Sor li nêzikî binkeyên Kompaniya Neteweyî ya Niftê ya Erebistanê nasyar bi Aramkoyê dan ber êrîşê.

Her wiha Firokeyên şêrr ên destdirêjiyên siûdî berêvara Pêncşemiyê du erebeyên awareyên yemenî li navçeya El Kûyiyê li rojavaya Yemenê dan ber êrîşê. Li gorî rapora IRIB Newsê, Wzeareta Tendurustiyê ya Yemenê ragihand ku tevahiya kuştin an jin in an jî zarok in. Pêştir hejmara goriyên vê êrîşê, 26 kes hatibû ragihandin. Li vê êrîşê bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018