Êrîşa sehyonîstan ser hin deverên Quneytrayê û reaksîyona hêza parastina hewayî ya Sûriyê

Êrîşa sehyonîstan ser hin deverên Quneytrayê û reaksîyona hêza parastina hewayî ya Sûriyê

Pergala parastina hewayî ya Sûriyê, êrîşa teyareyên şer ên Îsraîlê ser devera Qurs Neflê li Quneytrayê bê encam hîşt.

Abna – Televîzyona Sûrîyê roja pêncşemê serê sibê ragihand ku teyareyên cengê yên sehyonîstan êrîşî hin deverên Quneytrayê li başûrê Sûrîyê kirine.

Pergala parastina hewayî ya Sûrîyê li dijî êrîşa artêşa dagirker cê de aktîf bû û bertek nîşan da û 3 moşekên Îsraîlî xistin jêr.

Di vê destdirêjîya dagirkeran de balafirên şer ên Îsraîlê ber bi baregehên artêşa Sûrîyê ên li navçeya Qurs Neflê û derdora gundên Xizir û Til Kerûmê çend moşek berdan.

Di vê êrîşê de ti windahîyeke canî pêk nehat.

Destdirêjîya nû ya sehyonîstan li pişt wê hindê pêk tê ku rejîma sehyonîstî roja çarşemê îdîa kir ku firokeyek bêsernişîn ji Sûrîyê ketiye Filistîna dagirkirî û rastî berteka parastina hewayî ya vê rejîmê hatiye û qulibîye jêr.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018