Felahet Pîşe: Parastina yekperçetî û hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê stratejiya navçeyî ya Îranê ye

Felahet Pîşe: Parastina yekperçetî û hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê stratejiya navçeyî ya Îranê ye

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got ku Parastina yekperçetiî û hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê stratejiya navçeyî ya Îranê ye

Hişmetullah Felahetpîşe, Serokê komîsyona  ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, roja yekşemiyê li hevdîtina Ednan  Mehmûd, balyozê Sûriyê li Têhranê bal kişand ser serketinên  meydanî li Sûriyê û got: Peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Sûriyê, peywendiyên  stratejîk in û têkiliyên  siyasî navbera her du welatan li warên din ên stratejîk ji wan hevkariyên  aborî dê berfireh û berdewam bibin.

  Serokê komîsyona  ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir:  Rejîma Siyonîstî  li dû Sûriya lawaz e û li hemberî her tiştê ku  dibe sedema  xurtkirina  gel û dewleta Sûriyê, radiweste.

 Felahetpîşe di dewamê de bal kişand ser kiryarên  Emerîkayê li dijî Komara Îslamî y Îranê û got: ji rojên destpêkê yên serketina Inqilaba  îslamî stratejiya  Emerîkayê lawazkirina  inqilabê û Komara îslamî ya Îranê bûye û li vê barê her cure hewldanek kiriye. 

 Balyozê Sûriyê li Têhranê jî bal kişand ser giringiya  avedankirina  li Sûriyê û got: Dewleta Sûriyê hez dike tecrube û şiyanên  Îranê li avedankirinê bi kar bîne û pêvajoya  niha ya têkiliyên Têhran- Şamê li pêşerojê bi lezgîniyeke hîn zêdetir  berfireh bibin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018