Fermandarê giştî yê artêşa Îranê: DAEŞ ji bo me wek seyê hov e / Ti xeterek sînorên rojavayê welêt tehdîd nake.

  • Kodê Nûçe : 837475
  • Çavkanî : Abna
Brief

Emîr Serleşker Salihî tekîd kir: Heya ku hebûna ciddî ya artêşa Komara Îslamîya Îranê li şerîdê sînor ê rojavayê welêt dewam bike, ti terorîstek dê newêre xwe nêzîkî sînorên Îrana Îslamî bike.

Li gorî ragihandina Nûçegihana Abnayê, fermandeyê giştî yê artêşa Komara Îslamîya Îranê Emîr Serleşker Salihî, îro (yekşemê) danê sibê li sînorên rojavayê welêt nexasim li sînora Neftşehr’ê amede bû û îqtidara hêzên bertek bi lez ên hêza bejayîya artêşê nirxand.

Neftşehr bi parêzgeha Diyaleyê ya Iraqê re hev sînor e û grûba DAEŞê li hêla din a sînorên Komara Îslamîya Îranê xweyî baregeh e.

Fermandarê giştî yê artêşa Komara Îslamîya Îranê, bal kişand ser ku hebûna me ya li vir tenê ne ji bo parastinê ye, her wiha ji bo neçîrê ye jî.

Wî, bi kirp got ti xetereke ku sînorên rojavayê welêt tehdîd bike nîne û wiha dewam kir: DAEŞ ji bona me wek seyê hov e û ne tenê emê ji wan hesab bipirsin her wiha emê bersiva xwedanên wan jî bidin.

    


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*