Fermandarê Sûrî: 2 balafirên bê sernişîn ên Îsraîl’ê hatin gêrkirin

Fermandarê Sûrî: 2 balafirên bê sernişîn ên Îsraîl’ê hatin gêrkirin

Hat ragihandin ku li paytextê Sûrîyê dengê teqînan hatiye bihîstin û sîstema parastina hewayî ya Sûrîyê li dijî hedefên dijmin ketiye dewreyê. Piştî rûdanê re, fermandarekî artêşa Sûrîyê li ser mijarê axifî û diyar kir ku, 2 balafirên bê sernişîn ên Îsraîlê li çoltera rojavayê Şamê hatine gêrkirin.

Abna – Li gorî ragihandin çalakvanê Sûrî Wael el-Russî, 3 moşek û balafireke bê sernişîn ji hêla sîstema parastina hewayî ya Sûrîyê ve hatine gêrkirin. Hat diyarkirin ku, ji moşekan du hebên wan başûrê Şamê û ya din jî bakûrê bajêr hedef girtibûn.

Rojnamevanê Jerusalem Postê IIanit Chernik, îdîa kir ku Îsraîlê baregehên Îranê yên nêzî Şamê xistine hedefê.

Ajansa Nûçeyan a hikûmeta Sûrîyê jî piştrast kir ku balafirên dijmin hatine sernigûn kirin.

Fermandarekî Sûrî da xuyandin ku, 2 balafirên bê sernişîn ên Îsraîlê li çoltera rojavayê Şamê hatine gêrkirin.

Fermandarê Sûriyeyî ji Sputnikê re axifî û got: Sîstema parastina hewayî ya Sûrîyê li çoltera rojavayê Sûrîyê 2 balafirokên Îsraîlê yên sîxuriyê xistine xwarê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018