Fuad Mesûm ser pêwîstiya lidarxistina civîna parlemana Iraqê li dema qanûnî sekinî

Fuad Mesûm ser pêwîstiya lidarxistina civîna parlemana Iraqê li dema qanûnî sekinî

Serokkomarê Iraqê ser pêwîstiya lidarxistina civîna parlemana vî welatî li dema qanûnî ya wê teqez kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Fuad Mesûm roja yekşemiyê li hevdîtina  bi Bêrt Mek Gork, nûnerê taybet ê Donald Trump serokkomarê Emerîakyê li hevalbendiya  qaşo navneteweyî ya li dijî DAIŞê û taxima bi wî re  ser pêwîstiya sekinîna ser daxwaza nûnerên bijarte ji bo lidarxistina civîna  parlemanê li dema qanûnî ya raghandî teqez kir.

  Serokkomarê Iraqê li vê hevdîtinê bal kişand ser giringiya  zêdekirina hewldana berpirsên  iraqî û got: dewleta tê ya Iraqê divê bikarbe hemî xwestekên rewa yên gel cih bîne.

  Ji aliyê din ve Fuad Mesûm li hevdîtina bi taxima Yekitiya Niştiamnî ya Kurdistanê partiya Demokrata a Kurdistana Iraqê ku li çarçoveya  hewldanên komên siyasî bo pêkanîna  fraksiyona  piraniyê li parlemanê sefera Bexdayê kirine, ser pêwîstiya yekperçekirina hemî hewldanan bo bidestxistina  hevhatin û yekitiyê teqez kir.

  Pêştir Fuad Mesûmji parlemana  vî welatî  xwestibû ku heya 3 Îlona 2018an  yekim civîna  xwe ya fermî pêk bîne.

, Li çaremîn  dewra hilbiajrtina  parlemana  Iraqê hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.

Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Weteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlemana tê ya Iraqê bi dest xistin.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018