Gotûbêja bi rêya telefonê ya wezîrên karên derve yên Îran û Almanyayê li bara Lihevkirina Navokî

Gotûbêja bi rêya telefonê ya wezîrên karên derve yên Îran û Almanyayê li bara Lihevkirina Navokî

Heiko Maas (Hayko Mas), wezîrê karên derve yê Almanyayê, li axiftineka bi rêya telefonê bi Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê re li bara Lihevkirina Navokî û bernameyên Almanyayê û Yekîtiya ewrûpayê (YE) ji bo parastina wê, gotûbêj kir.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, ku niha li Moskovayê ye, roja duşemiyê li vê gotûbêja bi rêya telefonê, pêgîrî li ser vê yekê kir ku divê li demeke giwaştî û kêm dîplomasiyê re derfet were dayîn ku berjewendiyên gelê Îranê li Lihevkirina Navokî werin garantîkirin.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê jî li ser kêmbûnê demê pêgîrî kir, û ji plandarêştina dewleta Almanyayê li nav vî welatî û herwiha di asta Ewrûpayê de ji bo hilkolandina rêbazên parastina Lihevkirina Navokî û sûdwergirtina Îranê ji berjewendiyên wê agahî da.

Wezîrê karên derve yê Îranê, roja dueşmiyê li dewama şêwirînên xwe yên li bara Lihevkirina Navokî, derbasî Moskovaya paytexta Rûsyê bû ta ku îmkana berdewamiya Lihevkirina Navokî bi şertê ku berjewendiyên gelê Îranê garantî bibin, hilkolîne.

Zerîf şemiyê bi şev (12`ê Gulanê) seredana Çînê kir û bi wezîrê karên derve yê vî welatî re hevdîtin pêk anî û li bara Lihevkirina Navokî bi wî re gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê, biryar e ji Moskovayê ve here Bêljîkayê ta ku li Brûksêlê bi wezîrên karên derve yên Fransa, Almanya , Brîtanya û Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya ewrûpayê re, hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.

Donald trump, serokomarê Amerîkayê, 8`ê meha Gulana sala 2018`an, bi dubarekirina tawanên pûç ên dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Navokî û vegeryana boykotên navokî yên dijî Îranê di mideha sê heya şeş mehên tê de ragihand. Ev kiryara Trump rastî berteka aliyên din ên îmzekirê Lihevkirina Navokî û civaka cîhanê ve hat.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018