Berdevkê Tevgera Ensarullahê Mihemed Abdusselam diyar kir ku hedefa eslî ya hêzên koalîsyona Seûdî ew e ku Yemenê bi erdê re bike yek û li ser rêyan û benderan biryarê bigre û wan bixe bin serwerîya xwe.
Li gorî ragihandina kanala El Alemê, berdevkê Tevgera Ensarullahê, berxwedana artêş û hêzên gelê Yemenê li dijî êrîşkaran li navçeya El Hedîdê wek mucîzeyekê binav kir û rewşa êrîşkaran a li El Hedîdê jî wek xwekujîyekê wesifand.
Mihemed Abduselam got: Hêzên şerûd tevî derfet û îmkanên xwe yên mezin ên leşkerî, medyayî û neftî hîna jî dersekê ji têkçûnên gran ên li dû hev bi ser wan de tên dernaxin.