Heşda Şeibî: “Erebistan bona derketina ji dorpêça pîskolojîk a cîhanî berê xwe dide Iraqê”

  • Kodê Nûçe : 849316
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Berdevkê hêzên Heşda Şeibî destnîşan kir; “Erebistan bona derketina ji dorpêça pîskolojîk a cîhanî berê xwe dide Iraqê”.

Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên Heşda Şeibî li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Meyadîna Lubnanê destnîşan kir; “Xebata Seûdiyan ya xwe nêzî Iraqê kirinê bona filitîna ji dorpêça pîskolojîk a cîhanî ye”.

Berdevkê hêzên Heşda Şeibî diyar kir; “Erebistan bona ku xwe ji kirîzên mezin ên wekî têkçûna li Yemenê xelas bike, hewl dide xwe nîzikî Iraqê bike”.

Erebistanê bi palpiştiya birek ji welatên erebî yên navçê û Amerîkayê ji 26`ê Adara sala 2015`an va bi berfirehî êrişên xwe yên hewayî ser Yemenê destpê kirin û hema ji wê çaxê va dixebite ku Mensûr Hadî serokkomarê reviyayî yê vî welatî carek din bîne ser desthilatê lê xelkê Yemenê li dijî vê siyaseta Riyazê ne.

Peywendiyên sar yên li navbera Iraq û Erebistanê piştî sefera Adil El-Cubêyîr wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bexdayê ber bi germ û geşbûnê ve diçin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*