Hevpeymaniya eşîrên Sûriyê dijî Amerîkayê

Hevpeymaniya eşîrên Sûriyê dijî Amerîkayê

Eşîr û qebîleyên sûrî ji bo qewtandina hêzên dagirker ên amerîkî-fransî û tirk, yekîneyên berxwedana gelanî dadimezirînin

Li gorî rapora IRNAyê, Eşîr û toperên sûrî roja Pêncşemiyê di dawiya civîna xwe li Rojhilata Helebê bi dayîna daxûyaniyekê her wiha ragihandin: Fransa û Tirkiye bi mehneyên pûç axa Sûriyê dagir kirine.

Eşîrên Sûriyê li daxûyaniya xwe li ser pêwîstiya parastina yekparçetiya axa vî welatî pêgirî kirinû  ragihandin: Tenê mafê gelê Sûriyê heye ku çarenivîsa vî welatî diyar bike.

Vê daxûyaniyê her wiha ragihand: Eşîrên Sûriyê Bişar Esed wek tenha serokomarê qanûnî yê bijartî ji aliyê gelê xwe va dizane û hebûna û destwerdana hêzên çekdar ji aliyê her welatekî li vî welatî bêyî hevhatin û hevahengiya digel dewleta Şamê redkirî duizane û wî welatî dijmin dizane û dê bi hemî alav û amûrên xwe li hemberî wê bisekine.

Daxûyaniya navbirî ji gelê Sûriyê xwest ku bi hemî îmkan û derfetên ku li ber destê wî heye bi awayekî çalak ji bo berevaniya ji Sûriyê û sekinîna li hemberî biyaniyên destdirêjker bi eşîran ra hevkariyê bikin.

Eşîrên sûrî her wiha tevî pêgiriya lis er rawestana vî welatî li hemberî her cûre hewildana parçekirinê, helwêsta hin welatên ereban wekî Erebistanê ji ber hewildana bona şandina hêzên kirêgirtî bo Sûriyê wek dewsgirê hêzên amerîkî şermezar kirin.

Civîna eşîrên sûrî dih li ser navê "Eşîrên Sûriyê li dijî destwerdana biyaniyan û Amerîkayê li vî welatî" û bi beşdariya 70 eşîr û qebîleyên sûrî ji tayfe û toperên cûrbicûr û bi amadebûna gellek ji kesayetiyên fermî û gelanî li bajarê Dêr Cafirê li rojhilata Helebê hat lidarxistin.

Qeyrana Sûriyê ji heft salan beriya niha va bi komploya rojavayî-erebî-siyonîstî dest pê bûye û heta niha bi sedan hezar sûrî hatin kuştin û bi miliyonan kes aware bûne.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018