Hevpeymaniya Siûdî rapora NY derbarê kuştina zarokên yemenî derew da zanîn

Hevpeymaniya Siûdî rapora NY derbarê kuştina zarokên yemenî derew da zanîn

Fermandarê Hevpeymnaiya destdirêjkar a bi serkirdayetiya Erebistana Siûdî li şerê dijî Yemenê rapora Sekereterê gişt ê Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) derbarê kuştina zarokên yemenî bi destê hêzên vê hevpeymaniyê derew da zanîn.

Li gorî rapora Al Alamê, Fermandarê Hevpeymnaiya destdirêjkeran bi serkirdayetiya Erebistana Siûdî li şerê dijuî Yemenê, Turkî El Melikî got: Li rapora António Guterres (Antonyo Gutêrêş), Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), derbarê kuştina zarokên yemenî li şerê vê hevpeymaniyê dijî Yemenê, çend cure amar û hejmar hatine raberkirin û sebebkarê wan hevpeymanî hatiye zanîn.

El Melikî îdia kir: Agahî  û zanyariyên NY şaş in û ji aliyê komkeka herêmî va hatine berhevkirin û van koman agahiyên nerast danîne ber destê kedkarên NY ku tu belgeyek li gorî dem û şûnê di nav wan da tune.

António Guterres bal kişande ser kuştin û birîndarbûna 600 zarokên yemenî ji ber êrîşên esmanî yên Erebistanê û ev welata bo sala duyem a li pey hev xiste nav lîsteya reş a welatên ku Konvansiyona Mafên Zarokan binpê dikin.

Ev rapora NY dikare ji bo şopandina dadweriyê ya Erebistanê li Dadgeha Navneteweyî ya Cezayê were bikaranîn.

Her wiha Konseya Ewropayê biryarnameyek derbarê şerê Yemenê pesend kiriye û tê da bi şirovekiirna karesatên mirovî ji ber êrîşên Erebistanê ser Yemenê, daxwaza çareseriya siyasî ya qeyranê kiriye û li ser parastina agirbesê li bajarê perravî yê Hudeydê ji bo dewama gihandina alîakriyê pêgirî kiriye.

Ji ber şerxwaziya Erebistan û hevpeymanên wî welatî dijî Yemenê ku ji meha Adara sala 2015an va dest pê bûye, heta niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne û bi miliyonan kesî jî mal û warê xwe ji dest dane.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018