Heyder Ebadî tenha berbijarê fermî yê serokwezîrîya Iraqê

 Heyder Ebadî tenha berbijarê fermî yê serokwezîrîya Iraqê

Endamekî nivîsgeha sîyasî ya Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê got: Heta niha kesek bilî Heyder Ebadî serokê Hevalbendîya Nesrê bi awayekî fermî nebûye berbijarê bidestxistina posta serokwezîrtîya Iraqê.

Li gorî rapora malpera Bexdad Al Yawmê, Ebdulah Zêydî bi gotina vîya ku tu kesayetîyek bilî Heyder Ebadî serokê Hevalbendîya Nesrê nebûye berbijarê bidestxistina posta serokwezîrtîya Iraqê, ragihand: Hin kesayetî ji ragihandina navê xwe wekî berbijarê serokwezîrtîya Iraqê ditirsin û hinek jî li benda erêkirina encamên hilbijartinan ji hêla Dadgeha Fêdêral a Iraqê ne, lê mimkin e, berbijarê ku di pêşerojê de bê nasandinê, her kesî matmayî bike. 

Ji hêla din ve rêvebirekî Bereya El-Hikme, Mihemed Cemîl Meyahî eşkere kir, ku di demeke nêzîk de, wê şandek ji her pênc hevpeymaniyên, Sairûn, Nesir, El-Hikme, El-Weteniye û Eniya Niştimanî ya hêzên Suneyan, wê serdana Herêma Kurdistanê bike, ji bo ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), gotûbêjan derbarê pêkanîna mezintirîn firakisyon di Perlemana Iraqê de bikin.

Duh her yek ji Hevpeymaniya Sairûn ya Muqteda Sedir, Hevpeymaniya El-Nesir ya Heyder Ebadî, Hevpeymaniya El-Hikme ya Emmar El-Hekîm, Hevpeymaniya El-Weteniye ya Iyad Elawî û Eniya Niştimanî ya Suneyan, li ser pêkanîna mezintirîn firakisyona perlemanî lihev kirin.

Biryar e piştî cejna Qurbanê, gotûbêj di navbera aliyên siyasî û hevpeymaniyan de, ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê destpê bikin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018