Hin siyasetmedarên Îraqê li pey vegerîna DAIŞ’ê ne

Hin siyasetmedarên Îraqê li pey vegerîna DAIŞ’ê ne

Fermandarê enîya bakûr a hêzên Heşdî Şe`bî ragihand ku, hin kesên siyasî yên Îraqê li dû ne ku ev hêzene ji deverên rojava û bakûrê vî welatî paş de vekşin.

Abna – Fermandarekî Heşdî Şe`bî jê xer da ku hin kesayetên siyasî yên Îraqî ji bo derxistina hêzên wan ji bakûr û rojavayê vî welatî di nav qomloyê de ne.

Fermandar û berdevkê enîya bakûr a hêzên Heşdî Şe`bî Elî el-Huseynî got: Hin çehreyên siyasî yên Îraqê bi riyên cûrbecûr li pey vê yekê ne ku Heşdî Şe`bî ji parêzgehên bakûr û rojava yên vî welatî derxin.

El-Huseynî li ser çimatîya hewldana van kesan jî diyar kir ku, ew li dûyî zindîkirina DAIŞ’ê ne da ku li parêzgehên xwe bikarin gendelîya xwe berdewam bikin.

Fermandarê payebilindê Heşdî Şe`bî li hember zextên ji bo derxistina hêzên wan ji parêzgehên rojava û bakûrî bertek nîşan da û got: Heya ku fermaneke têkildarî paş de vekşîna ji parêzgehan ji me re nehatibe em ê li navçeyê bimînin.

Wî her wiha got ku, gelek serok eşîr çûne Bexdayê û ji hikûmeta Îraqê xwastin hejmara hêzên Heşdî Şe`bî li deverên wan bên zêdekirin û her wisa ji merceiyeta olî ya Îraqê daxwaz kirin hebûna Heşdî Şe`bî li parêzgehên wan bê xurtkirin.

Heşdî Şe`bî, piştî ku DAIŞ’ê gelek navçeyên bakûr û rojavayê Îraqê dagir kir, li ser fetwaya merceyê teqlîdê yê Şiîyên Îraqê Ayetullah el-Uzma Sîstanî li gor cihada kîfayî hatibû damezrandin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018