Îran bi hêz û qawet li kêleka hevpeymanên xwe yên navçeyî dimîne

Îran bi hêz û qawet li kêleka hevpeymanên xwe yên navçeyî dimîne

Destyarê serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li warê navneteweyî got: Komara Îslamî ya îranê bi hêz û qawet li kêleka hevpeymanên xwe yên navçeyî dimîne.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Destyarê serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li warê navneteweyî, Hisên Emîr Evdillahiyan li Twitterê nivîsî: Siyaseta têkçûyî ya Can Bolton, Rawêjakrê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê li Koşka Sipî, dê zêde neyê domandin; Trumpê sist û lawaz û Nêtanyahûyê nerewa kêmtir ji wê yekê ne ku bixwazin li warê siyasetên erênî û kêrrhatî yên navçeyî yên Komara Îslamî ya Îranê biryarê bidin.

Rawêjkarê ewlehiya neteweyî yê serokomarê Amerîkayê di dwiya sefera xwe ya sêrojî bo Israîlê, helwêstên xwe yên dijî Komara Îslamî ya Îranê dubare kirin û got: Zext û boykotên dijî Komara Îslamî ya Îranê zêdetir dibin da ku Têhran reftyara xwe biguherîne.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018