Îran, di şerê li dijî têrorîzmê de alîkarîya welatên cîran dike

  • Kodê Nûçe : 852581
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Serokerkanê gişt hêzên çekdar ên Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê alîkarîyê dide welatên cînar jibo şerê dijî têrorîsmê.

Serdar serleşker Mihemed Baqirî serokerkanê gişt hêzên çekdar ên Îranê îro li kombûna fêrbûnê ya eskerên Îranê li Têhranê got: Tevî hemî komployên dijminan û fêl û fendên zorbêjên cîhanê, hêzên çekdar ên Îran di bin rêbertîya rêberê giranqedir ê inqilaba islamî û piştgirîya gel de, bi awayekî serketî mijûlê cihanîna erkên xwe yên parastina ewlehîya Îranê û alîkarîya bo sekinîna li hemberî têrorîsmê li welatên cînar in.

Serleşker Baqirî li bara kombûna fêrbûnê ya eskerên Îranê jî got: Ev dewra fêrbûnê jibo wê ye ku eskerên îranî dema şêrr û êrişa ihtimalî ya dijminan de wek dewrana berevanîya pîroz (8 salên êrişa rêjîma Beis a Sedam ser Îranê) derbasî meydanê bin.

Kombûna fêrbûnê ya hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê bi durişma `` jordabirina tecrubeya eskeran-balkêştirkirina eskerîyê di nava civak û malbatê de`` vê sibê bi amadebûna fermandeyên pilebilind ên leşkerî û berpirsên idarî yên welêt li Têhranê dest pê bû.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*