Emîr Deryaban Şemxanî:

Îran teslîmî gefên Emerîkayê nabe / Heya rêveberîya Şamê bixwaze em ê li Sûriyê biminîn

Îran teslîmî gefên Emerîkayê nabe / Heya rêveberîya Şamê bixwaze em ê li Sûriyê biminîn

Nûnerê Rêberê Înqilaba Îslamî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê diyar kir ku li vê dawîyê gotinên beradayî û ji hedê xwe der ên rayedarên Emerîkî zêde bûne û Komara Îslamî ya Îranê teslîmî van zêdexwazîyan nabe.

Abna – Emîr Deryaban Elî Şemxanî di gotûbêja xwe digel televîzyona el-cezîrê de li bara stratejîya Emerîkayê û hewldana vî welatî bo ferzkirina hin mercan, daxuyandin ku binavkirina vê pilanê wek stratejîya nû ne rast e, ji ber ku ne stratejî ye û ne jî nû ye.

Şemxanî bi bîr xist ku van rojên dawîn rayedarên Emerîkî gotinên ji hedê xwe mezintir dikin û zêde beradayî diaxifin û wer guman dikin ku bi van daxuyanîyan û hewldanan dikarin astengên li ber zêdexwazîyên xwe bidên alîyekî û gotina xwe ya neheq bidin sepandin. Komara Îslamî ya Îranê li tevaya salên piştî serketina Înqilaba Îslamî çendîn caran daye peyîtandin ku qet teslîmî ev cûre zêdexwazî û gefxwarinan nabe.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê wiha axifî: Esasen gava em bala xwe bidin jêderka van gotinan û heta li sedemên derketina Emerîkayê ji rêketinnamê hûr bibin em ê bibinîn ku ev hewldan hemî xwe dispêrin serînetewandina Îranê li hember daxwazîya Emerîkayê. Tevgerîna bi vî hawî tenê ne ya serokomarê niha yê Emerîkayê ye, Obama jî heman gotin dianîn zimên; wî jî bona qanîkirina raya giştî ya Emerîkayê û xwe mafdar derxistinê derew dikir û digot bêyî berdana guleyekê, me berî Îranê daye ser riya ku me li ber çav girtibû.

Şemxanî eşkere kir: Rûdanên ku jê hat qalkirin heta kîngê dê bidomin helbet mijareke din e ku wê bi buhorîna demê re diyar bibe. Lê realîteya îro ev e ku Ewrûpîyan hevrêtî ligel Trump nekirin û ji ber vê hindê ku rêketinname seneda hevbeş a navnetewî ye û bandûreke xwe ya bingehîn heye li ser belavnebûna çekên kîmyewî û perçeyek e ji ewlehîya navçeyê, pê ve wefadar man.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewleyîya Netewî bal kişand ser: Ewrûpa pê bawer e ku rêketinname ger bê tinekirin yê ku di qonaxa ewil de jê zererê bibîne Yekîtîya Ewrûpayê ye. Ewrûpa belgenameya lihevkirinê wek encama hewldana hevbeş a Yekîtîya Ewrûpayê dibîne û wek tenane destkeftina serketî ya xwe li qada navnetewî dinirxîne.

Şemxanî wiha dirêjayî dayê: Li nava welatên cîhanê jî xeynî rejîma sehyonîstî û yên li pêy wê diçin ên wekî Erebîstana Seûdî û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Behreynê, welatên dîtir amede nebûn bi Emerîkayê re bikevin rê. Li gorî anketên ji hêla dezgehên mûteber ên Emerîkî ve hatine kirin, derdora ji sedî 70 yê gelê vî welatî derbirîn ku li dijî vekşîna Emerîkayê ji rêketinnamê ne. Lewma Trump di vê qonexê de tûşî têkçûneke pelixîner hat.

Wî diyar kir: Rastîya ku nayê înkarkirin ev e ku Emerîka ji ber ku îtiman pê anîbû ku ti encam ji alevên wekî boykotan û êrîşa leşkerî dernakeve, bona ku rê li ber pêşketina Îranê li warê teknolojîya aştîyane ya navokî bigre û bi hukmê pêdivîyekê rabû û li bara dosyeya navokî bi welatê me re kete mizakerê. Emerîkî bi riya dahûrandina performansa Îranê ya 8 sal şerê parastina pîroz, bi başî dizanin ku îmkana zebtkirina Îranê bi amûrê êrîşa leşkerî tineye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewleyîya Netewî bi berdewamî wiha axifî: Tevî vê yekê ku hêza navokî ya aştîyane ya Îranê ya ku tevde xumalî ye û nayê tinekirin, boykot û tehrîm jî ne tenê ne bû baîs ku hêza nukleerî ya Îranê sînordar bike, belkî hîn zêdetir lez daye geşadena wê. Loma gihîştin vê encamê ku ji şer û tehrîmê çareserî dernayê û ji ber vê, berî xwe dan mizakerê.

Şemxanî her wiha bi bîr xist: Heyîna Îranê li Sûrîyê li ser gazîya rêveberîya qanûnî ya Sûrîyê û tenê ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê ye. Têkçûna DAÎŞê ti têkilîya xwe ligel koalîsyona bi zahir li dijî terorîzmê a bi serkirdetîya Emerîkayê tineye. Beravajî vê, hevkarîya Îran û Rusya û Sûrîyê bû baîs ku DAÎŞ jî di nav de komên terorîst li Sûrîyê têk bikçin.

Wî her wiha got: Heya ku xetera terorîzmê li Sûrîyê hebe û rêveberîya qanûnî ya vî welatî heyîna şêwirdarane ya Îranê li Sûrîyê dupat bike em ê li Sûrîyê bimînin. Eve stratejîya jêneveger a Komara Îslamî ye û tenê bi Sûrîyê ve û mijara vî welatî ve jî ne sînordar e. Parastina me ya Filistînê li hember destdirêjîya rejîma sehyonîstî, piştgirîya Kuweytê li hember Seddam û her wiha heyîna me ya şêwirdarane li Îraqê bo tepisandina DAÎŞê jî bi heman nêzîkatîyê pêk hatin û dikevin eynî çarçoveyê.

Li gorî gotina Sekreterê Konseya Bilind a Ewleyîya Netewî, li ser esasê şopandina vê sîyasetê, Îran yekemîn welat e ku li beramberî dorpiça nerewa û zalimane ya Erebîstanê piştgirî da Qeterê û bona derketina vî welatî li hember zorgoyî û zordarîya Seûdîyan îmkanat û derfetên xwe tev xistin xizmeta Dohayê.

Şemxanî wiha dewam kir: Siyaseta me ya xweyprensîp afirandina navçeyeke bê vezelan û bê alozî û pişkdarîya bo pêkhatina aştî û aramîya mayende seba refah û pêşketina hemû welatên herêmê ye.

Şemxanî eşkere kir: Parastina Filistînê ji bo me tê wateya parastina îzet û rûmeta Îslamî. Hemas teşkîlata ji bal gelê Filistînê ve hatî pejirandin e. Hizbullahê Libnanê li vê dawîyê di hilbijartinên li vî welatî de tevî hevalbendên xwe pileya yekem kesp kir. Haşdî Şe`bî li gorî qanûna teswîbkirî ya meclîsa Îraqê perçeyek ji hêzên çekdar ên vî welatî ye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê bi bîr xist: Emerîka çawa ku bi zodestî û tine hesibandina hemû normên hiqûqî ji rêketinnameya navnetewî derket, her usa raya gelê welatan jî qebûl nake, ji nêrîna navnetewî ya ser Filistînê re jî rêz nagire. Emerîkayê berevajî biryarên Neteweyên Yekbûyî, balyozxaneya xwe neqlî Filistînê kir û rê li ber kuştina bi dehan kesan ji gelê bêguneh ê Filistînê bi destê rejîma zarokuj a Îsraîlê vekir û ev tevgerene tev xîlafî biryar û zagonên navnetewî ne.

Şemxanî lê zêde kir: Guman jê tineye ku yê divê siyasetên xwe li gorî daxwaz û îradeya gelên welatan biguherîne Emerîka ye, ne Îran. Li ser vî esasî em ê ti cara ji siyasetên xwe yên xweyprensîp ên têkildarî Filistînê û redkirina destdirêjîya rejîma sehyonîstî paş ve venekşin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018