Îsraîlê di ser Babul Mendebê re Îran tehdît kir

Îsraîlê di ser Babul Mendebê re Îran tehdît kir

Serokwezîrê rejîma sehyonîstî Binyamîn Netenyahû got: Heger Îran bikeve nav hewldana girtina tengava Babul Mendebê ya ku Deryaya Sor bi Kendeva Edenê ve girêdide, wê artêşa Îsraîlê bixe nav liv û tevgerê.

Abna – Netenyahû duh di merasîma mezûnîya esfserên deryayî de axifî û got: Heke Îran hewl bide Tengava Babul Mendebê bigre, ez pê bawer im ku dê li hemberî xwe koalîsyoneke navnetewî ya di astengkirina vê yekê de bibiryar e bibîne û artêşa Îsraîlê jî dê bi hemû yekîneyên xwe ve di vê koalîsyonê de cih bigre.

Hefteya borî Erebîstana Siûdî dabû xuyandin ku derbasbûna keştîyên neftkêşê di Tengava Babul Mendebê re ji bo maweyeke demborî dane rawestandin. Ev daxuyanî piştî ku 2 keştî bûn hedefa Hûsîyan, hatibû dayin.

Hûsîyên ku berê jî diyar kiribûn ew dikarin tengavê bigrin, hefteya borî jî dabûn zanîn ku hêzên wan ên deryayî têra vê yekê dikin ku li benderên Siûdî yên li Deryaya Sor û hedefên din bixin.

Ji hêla Îranê ve ti daxuyanîyek nehatiye dayîn ku dê Babul Mendebê bigrin lê hatibû diyarkirin ku heger pêşî li îxracata nefta Îranê bê girtin dê nehêlin nefta welatên kendavê îxrac bibe. Ev daxuyanîya Îranê wek girtina Tengava Hurmizê hatibû şîrove kirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018