Ji NATO’yê daxuyanîya Minbicê

Ji NATO’yê daxuyanîya Minbicê

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenber got ku ew bi kêfxwaşî pêşwazîya lihevkirina Tirkiyê û DYE’yê ya li ser neqşe rêya Minbicê dike.

Abna - Stoltenberg li civîna çapemenîyê ya biryargeha NATO’yê de li Brukselê dar ket, diyar kir ku em hewldanên Tirkiye û DYE’yê wek du hevalbenên NATO’yê ji bo peydakirina rêya çareserîya rewşa dijwar a li Bakûrê Sûriyê ji bo xwe jî girîng dibinîn.

Wî got ku li ser navaroka neqşerêyê ne pêkan e raya xwe derbibre û dê ev yek ji hêla her du hevalbendên NATO’yê ve bê diyar kirin.

Stoltenberg destnîşan kir ku di hevdîtinên Washington û Enqereyê de li ser mijara Minbicê ligel mixatebên wê gotûbêj hatiye kirin û da xuyandin ku ew bi kêfxwaşî pêşwazîya lihevkirina Tirkiyê û DYE’yê ya li ser neqşe rêya Minbicê dike.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê destnîşan kir; di rewşeke ku têkoşîna li dijî terorîzmê didome de pêwîste fikarên Tirkiyê yên ewlehîyê jî li ber çac bên girtin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoxlû li ser neqşeya rê ya Minbicê gotibû ku tetbîqkirina qonaxa ewil a neqşeyê dê li nava deh rojan de dest pê bike û YPG’yî wê di hefteya ewil a meha temûzê de çekên xwe teslîm bikin û ji Minbicê derkevin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018