Ji yekîtîya alimên Yemenê piştgirî bo Îranê

Ji yekîtîya alimên Yemenê piştgirî bo Îranê

Yekîtîya alimên Yemenê bi rêya daxuyanîyekê da zanîn ku li hember zordarî û dekûdolabên Amerîkayê piştgirî didin gelê Îranê û rêvberîya vî welatî û pê re di eynî enîyê de ne.

Abna – Di daxuyanîya yekîtîya alimên Yemenî ya hatî weşandin de hat derbirîn ku Amerîka û leşkerên wê yên kirakirî ji tenduristiya hemû dilgirtîyan berpirsyar in û li hember planên yehûdîkirina Qudsê û guherandina nasnameya vî bajarî jî divê civak serî hildin.

Di daxuyanîyê de her wiha pêgirî hat kirin ku, em li hember teqînên li Afxanistan, Pakistan û li Sûriyê pêk hatin li cem gelên van welatan cî digrin.

Yekîtî alimên Yemenê dû re diyar kir, em wek yekîtîya alimên yemenî îlam dikin ku li dijî plan û zextên Amerîkayê em li cem rêveberî û gelê Îranê ne.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018