Kiliçdaroglu: Li herêmên kurdan gelek gilî û gazinde hene

Kiliçdaroglu: Li herêmên kurdan gelek gilî û gazinde hene

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û hevsera xwe Selvi Kiliçdaroglu li Enqerê dengê xwe dan û piştî wê ragihand ku ji herêmên kurdan gilî hene.

Piştî ku Kiliçdaroglu dengê xwe da, ji rojnamevanan re diyar kir ku wî û hevsera wî û kurê wî dengê xwe li Enqerê dan.

Serokê CHPê wiha got "Hevalên min li navenda giştî dixebitin. Hevalên me yên parlamenter hene ku me li parêzgehên cuda yên Tirkiyê peywirdar kirine. Li seranserê Tirkiyê heta niha em rastî kêşeyeke cidî nehatine, lê ji hinek herêmên diyar giliyên cidî tên. Hevalên me yên parlamenter ji bo çareserkirina kêşeyê, çi ji destê wan tê dikin. Belkî piştî nîvro berdevkê partiya me daxuyaniyeke berfirehtir bide. "

Kiliçdaroglu di berdewamiya axiftina xwe de bangî karmendên dewletê kir ku di bin fişara ti kesî de nemînin û ji bîr nekin ku hûn karmendên dewletê ne.

Herwiha Kiliçdaroglu diyar kir ku li herêmên rojhilat û rojhilatê başûrê Tirkiyê ku herêmên kurdan in, gilî tên û derbarê mijarê de wiha got: "Bi taybetî ji rojhilat û rojhilatê başûrê(Tirkiyê) gilî tên."

​Parlamenterê CHPê yê Enqerê Murat Emir ragihand ku li Rihayê rê nedane muşahidan ku bikevin dibistanên ku sindoq li wan in û li muşahidên ku sibê zû çûbûn dibistanan xistine.

​Emir ji medyaya Tirkiyê re ragihand ku "li Rihayê nehiştin mişahidên me biçin ser sindoqan û li ewên ku derbas bûn jî xistin. Em neçar man vekişînin."


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018