Wezîrê karên derve Yê Îranê, bal kişand ser kiryarên nemaqûl ên serokomarê Emerîkayê ji wan derketina ji rêketina navokî û got: Encama reftarên nemaqûl ên Donald Trump dê ser xêra Îranê teva bibe.
Muhemed Cewad Zerîf, îro yekşemê li civîna hevpar tev endamên odeya bazirganiya Îranê, armanca stratejiya Emerîkayê, derketina ji rêketina navokî da zanîn û diyar kir: Îran, armanca dijminan dizane û eva nayê vê wateyê ku Îran bi tu awayî ji rêketina navokî dernakeve.
Zerîf bal kişand ser vê yekê ku emerîkî qonaxeke aloz li dijî Îranê destpê kirine û li dû jinavbirina welêt in û got: Berê emerîkî li koşka Sipî rûnitşibn û peyriwê xwestekên wan, hevpeymanên wan li Ewrûpayê û cihên din Îran boykot dikirin lê niha ew dewran dawî bûye.
Wezîrê karên derve yê Îranê, kilîlê çareserkirina pisrgirêkên aborî û danûstandinên Îranê tev ewrûpiyan, şîrketên biçûk û navgîn ên ewrûpî da zanînû got: Matora herinîkê ya welatên ewrûpî, şîrketên biçûk û navîn in ku heta dikarin dewsa şîrketên mezin bigrin.
Zerîf bal kişand ser şantajên berfirehên van rojavana yên medya rojava li dijî Îranê û destnîşan kir: Reuters, nêzkî rojê 50 nûçên derew li bara aboriya Îranê berhemtîen u divê li vê barê hişyar bin.
Wezîrê karên derve yê Îranê, çalakên beşa taybet a Îranê, eskerên sereke yên aborî û matora herîkinê ya geşatiya welêt da zanîn.