Kuştina hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî li Yemenê

Kuştina hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî li Yemenê

Hêzên gelanî û artêşa Yemenê herîkêm sê trimbêlên kirêgirtiyên siûdî li hin navçên parêzgeha Cewfê têk birin û hemî lêniştiyên wê kuştin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya televaîyona  El-Alamê, Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê  mûşek avêtin ser yek ji meqerên  kirêgirtyên siûdî li parêzgeha  Lehecê û hejmarek ji kirêgirtiyan birîndar kirin.

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê her wiha  yek ji meqerên  kirêgirtiyên siûdî li bakurê navça  Fazê li başûrê Yemenê li parêzgeha  Hudeydê dan ber gullan ku li encama  vê êrişê hejmarek ji dagirkiran birîndar bûn.

  Di hemen demê de, Pîtêr Sîmonbî, balyozê Swêdê li Senayê li hevdîtina bi Mehdî El-Meşat serokê Konseya  bilind a  siyasî, ya tevgera Ensarullahê tevî dijberiya  li hember êrişa hevalbendiya  siûdî ser bajarê Hudeydê amadetiya  welatê xwe bo mazûvaniya  dewra din a muzakirên  aşitiyê  yên Yemenê ragihand.

Mehdî El-Meşat serokê Konseya  bilind a  siyasî ya tevgera Ensarullahê  jî li vê hevdîtinê daxwaza cihanîna  rola giring û bingehîn a Swêdê li qonaxa din a muzakirên  aşitiya Yemenê kir.

Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018