Larîcanî: Gelê Îranê serbilindiya xwe erzan ji dest nade

Larîcanî: Gelê Îranê serbilindiya xwe erzan ji dest nade

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê got: Gelê Îranê bi sebr û hedar û ehlê gotûbêjê ne û qet serbilindiya xwe erzan ji dest nade.

Li gor rapora IRIB Newsê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li civîna îro Yekşemê ya meclisê destnîşan kir: Herçend dijminan teoriya zextûzora abûrî bona gelê Îranê berçav girtine lê gel û hemû pişkên hikûmeta welêt dikarin ji vê mecalê wekî potansiyêlek bona jinûve çêkirina abûra netewî behre werbigrin.

Larîcanî destnîşan kir: Roja îro hêza berevaniya Îranê wisa ye ku îdî tu gefeka eskerî dijî welêt tune û tenê behsa kêmkirina hêza mûşekên Îranê tê kirin û ev hêza berevaniyê jî desthata wê dewrana jinûveçêkirina hêza berevaniyê ye.

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li bara meselên navçeyî jî got: Komara îslamî ya Îranê li salên vê dûmahîkê hemû hêza xwe daniye ser serkutkirina grûpên xirabkar û terorîstî ta ku li Sûriyê û Iraqê grûpên terorîstî yên Wekî DAIŞ`ê û yên dinê nekaribin ewlehiya navçê têk bidin, li halê ku hemû dizanin hêzên mezin û hindek ji welatên nezan piştevanê van terorîstan in lê bi palpiştiya gel pişta terorîzmê hate işkandin.

Wî bal kişande ser pesendkirina qanûna jijadperêzî ya  ``Welatê Cihû`` li parlemana Rejîma Siyonîstî û got: ``Ev rûdawa bi nifret ji aliyê parlemana Rejîma Siyonîstî va nîşana vê yekê ye ku Amerîka û Rejîma Siyonîstî ji her mecalekê bona nearamkirina navçê istifade dikin.

Larîcanî got: ``Amerîka û Rejîma Siyonîstî ku bi sala behsa aşitiya tev filistîniyan dikirin, nişkêva dest ji wê diroşma xwe ya heq û mafê mirov berdan û dijî qayde û qirarên navnetewî biryareka bi tamî nijadperêzî girtin ku ew jî berçavnegirtina heq û mafê filistîniyan ji erdê bav û bavkalên wan e , lê gelê filistînê hertim hişyar e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018