Larîcanî: Netewê Îranê li ber komployên Amerîkayê hişyar in

    Larîcanî: Netewê Îranê li ber komployên Amerîkayê hişyar in

Serokê Meclisa Îranê ya şewra Îslamî got: Netewê Îranê hertim li ber komployên Amerîkayê hişyar û amade ne.

Serokê Meclisa Îranê ya şewra Îslamî Elî Larîcanî îro li civîna eşûkera ya vê meclisê bal kişand ser  Darbeya Amerîkî ya Tebaxa 1953 û ew wek mînaka mudaxileyên bi dû hev ên Amerîka û Brîtanyayê li dij netewê Îranê da zanîn û got:Amerîkayê li 19 Tebaxa 1953 bi derbeya xwe li dij dewleta Îranê ya Qanûnî, çend deh-saliyan netewê Îranê tûşî dîktatoriyê kir û roja îro Amerîka bi karnameya xwe ya reş dixebiye bi heceta ewlehiya navçê û cîhanê cardin ser Îranê bi deshilat bibe.

Larîcanî herwiha got: Amerîka roja îro bi tirsandina welatên navçê ji Îranê û îstifadeya nerewa ji lawaziya fikrî ya welatên pêvegirêdayî yên navçê mal û heyiya navçê talan dike.

Serokê Meclisa Îranê ya şewra Îslamî li bara boykotên Amerîkayê li dij Îranê jî got: Amerîka ji bo ku Îranê boykot bikr bi şermesarî dest datîne ser azadî, mafên mirovan, ewlehiya navçê û cîhanê. eva di rewşekê ye ku vî welatî bi Darbeya Tebaxa 1953 dîktatorî vegerand Îranê û niha jî bi alîkariya terorîstan karnama xwe li cem netewê Îranê û navçê reştir kirine.

Larîcanî hedefa Amerîkayê ji  bikaranîna boykotan, deshilatdariya aborî ser Îranê da zanîn û got: Netwê Îranê bi hişyarî û qawet û bisaya rênimuniyên Rêberê Mezin ê Înqilabê wê komployên Amerîkayê bê encam bikin.

Îro 28 Murdameha îranî (19 Tebaxê) salvegera darbeya leşkerî ya Amerîkayê li sala 1953 li dij dewleta Îranê ya Muhemed Musediq e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018