Li ber çavê leşkerên Tirkiyê terorîstên opozîsyonê Efrînê talan dikin

  Li ber çavê leşkerên Tirkiyê terorîstên opozîsyonê Efrînê talan dikin

Duh Sêşemê li ber çavê leşkerên Tirkiyê çekdarên pozîsyonê (terorîstên ser navê Artêşa Sûriya Azas) hemû dezgeh û kelûpelên birêveberiya çavkaniyên avê li bajarê Efrînê dizîn.

Jêderek navxweyî ji BasNewsê re ragehand ku, çekdarên gruba Selahedîn rêveberiya çavkaniyên avê li Efrînê talan kirin,wî herwiha da zanîn ku, wan çekdaran hemû keresteyên nav rêveberiyê de dizîn, eva di demekê de ye ku, leşkerên Tirkiyê li dibistana Feysel Qedûr a nêzîkî wê rêveberiyê bûn.

Ji aliyeke din ve hate ragehandin ku, rêya navbera Raco  û Kotana bûye rêyeke metirsîdar ku, di wê rêyê de dizîyê dikin û digrin ser mal û milkên xelkê.

Heya niha rêxistinên mafê mirovan jî çend caran ragihandine ku leşkerên Tirkiyê û terorîstên ser bi wan bi caran mal û heyiya xelkê Efrînê û gund û bajarokên wan dizîne û bê hegerê xelkê direvînin û şikence dikin ku vê dawiyê kurdekî 53 salî ji ber van şikencan can da.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018