Li ser Îranê helmeta sê welatan ya li hember DYE’yê

Li ser Îranê helmeta sê welatan ya li hember DYE’yê

Ajansa nûçeyan a AFP’yê ragihand ku Fransa, Almanya û Îngilterê bi riya nivisîna nameyê li dijî DYE’yê bang lê kirine ku welatên Ewrûpî ji boykotên dijî Îranê bêne miaf kirin

Abna - Ajansa nûçeyan a AFP’yê ragihand ku Fransa, Almanya û Îngilterê bi riya nivisîna nameyê li dijî DYE’yê bang lê kirine ku welatên Ewrûpî ji boykotên dijî Îranê bêne miaf kirin. Tê zanîn ku fîrmayên Ewrûpî ji ber peymanên bi kompareyên mezin ên bi Îranê re, ji boykotên li dijî Îranê ziyaneke zêde ditîne.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê demek berî niha diyar kiribû ku ji rêketinameya navokî ya li sala 2015an îmze bûbû, vekşiye.

Boykotên berfireh ên Emerîkayê li dûyî vekşîna ji rêketinamê, rastî bertekên welatên Ewrûpî tên.

Di nameya ku ji bal sê welatên Ewrûpî ve ji Emerîkayê re hatî nivîsîn de bang lê hat kirin ku fîrmayên Ewrûpî yên li Îranê dixebitin ji tehrîm û boykotan bên miafkirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018