Mesûd Barzanî û Eyad Elawî bi hev re ser encama hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin

Mesûd Barzanî û Eyad Elawî bi hev re ser encama hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û serokê Hevalbendiya El-Weteniye Eyad Elawî bi hev re ser encama hilbijartinên dewra çaran a Parlemana Iraqê gotûbêj kirin.

Malpera fermî ya PDK, diyar kir ku serokê pdkê Mesûd Barzanî û alîkarê serokomarê Iraqê û serokê Hevalbendiya El-Weteniye Eyad Elawî li koşka Barzanî bi hev re rûniştin û ser encama hilbijartinên dewra çaran a Parlemana  Iraqê û meselên di rojeva vî welatî de gotûbêj kirin.

Her du aliyan herwiha ser alûgorên siyasî yên piştî hilbijartinan û pêşeroja pêwendiyên Herêm Kurdistanê û dewleta Iraqê jî gotûbêj kirin.

Piştî refranduma cidabûnê ya Îlona 2017 Mesûd Barzanî kete tecrîdê, lê belê piştî hilbijartinan ku PDK li Herêma Kurdistanê dengên herî zêde qezenc kirin, hewldanên siyasî yên Barzanî jî zêde bûn û serokên kom û hevalbendiyên sereke li Iraqê bi Mesûd Barzanî re dest bi gotûbêj û şêwirînê kirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018