Muftîyê Surîyê: Her kî dev ji Qudsê berde dê ji Mekkê jî berde

Muftîyê Surîyê: Her kî  dev ji Qudsê berde dê ji Mekkê jî berde

Muftîyê Sûrîyê Şêx Ehmed Bedruddîn Hessûn diyar kir: Her kî dev ji Qudsa Şerîf berde wê ji Mekkeya Mukerremê jî berde.

Abna – Muftîyê Sûrîyê li konferansa ku ji alîyê yekîtîya cîhanî ya alimên berxwedanê ve bi boneya roja dagirkirina Filistînê û neqlî Qudsê kirina balyozxaneya Amerîkayê, li Beyrûtê hat lidarxistin axifî û got: Her kesê ku bi me re di çeper û enîya Filistînê de cih bigre dê em jî li kêleka wî bin.

Wî lê zêde kir: Heke Sûrîyê ya ku 110 welatên cîhanê ji bo tinekirina wê bibûn yek, dev ji berxwedana Filistînê berdaba, niha bibû Swîsreya diyem.

Muftîyê Sûrîyê bal kişand ser ku ger Îranê jî berê xwe ji berxwedana Filistîn vegeranda dê bihîştana ku ev welat keştîya asmanî çêbike.

Wî daxuyandin ku Benî Îsraîl ji zarîyên xwe nexşeyek resimandine ku ji Nîl heya Firatê ye; lê Qurana Kerîm beyan kiriye ku Benî Îsraîl ji çolê hatine û ti welatekî wan tineye.

Ehmed Beruddîn Hessûn wiha dirêjayî da axiftina xwe: Di demeke nêz de wê peymaneke nivîskî li bara welate bedîl ê gelê Filistîn were holê ku ev jî di rastîyê de herêma Sînayê ye.

Wî destnîşan kir: Her kî ji Qudsa dagirkirî bibore wê ji Mekkeya Mikerremê jî bibore. Welatên Endam ên Konseya Hevkarîya Kendavê mafê hemwelatîyê dane Filistînîyan daku doza Filistînê ji bîr bikin.

Muftîyê Sûriyê eşkere kir ku heke em dîrokê bi baldarî nexwenin wê li dahatûyê ji bo me rûpelên reş bên nivîsîn.

Wî her wiha kêfxweşîya xwe ji ber encamên hilbijartinên Libnanê anî zimên û got: Gelê Libnanê di hilbijartinên Libnanê de peyamek ji raya giştî ya cîhanê re şand û da nîşandan ku berxwedanê di nava dilê wan cih girtiye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018