Navenda Fermandetiya YPGê: Eskerên artêşa Azad a Sûriyê bi lixwekirina cil û bergên YPGê li Efrînê xelkê diazirînin û malên wan…

Navenda Fermandetiya YPGê: Eskerên artêşa Azad a Sûriyê bi lixwekirina cil û bergên YPGê li Efrînê xelkê diazirînin û malên wan…

Navenda Fermandetiya YPGê li daxûyaniyekê ragihand : ``Endamên Eskerên Artêşa Azad a Sûriyê bi lixwekirina cil û bergên YPG li Efrînê xelkê diazirînin û malên wan talan dikin``.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê ji zarê ajansa Hawar Newsê, Navenda Fermandetiya YPGê, Yekîneyên Parastina Gel, li daxûyaniyekê ragihand : Eskerên Artêşa Azad a Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ne,  bi lixwekirina cil û bergên YPGê li Efrînê xelkê diazirînin û malên wan talan dikin.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku endamên Artêşa Azad a Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, dil hene serketinên xelkê bakûra Sûriyê reş nîşan bidin û her li vê çarçîvê  bi lixwekirina cil û bergên YPGê li Efrînê xelkê diazirînin û malên wan talan dikin.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê bi van cure karên xwe dil hene xelkê bixapînin û dagîrkeriya axa Sûriyê qanûnî nîşan bidin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018