Nêçîrvan Barzanî: Partiyên kurdistanî ser pêwîstiya yekitiya li Bexdayê teqez dikin

Nêçîrvan Barzanî: Partiyên kurdistanî ser pêwîstiya yekitiya li Bexdayê teqez dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku partiyên din ên herêmê li hevdîtin û gotûbêjên xwe tev partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ser pêwîstiya yekitî û hevdengiya kurdan li Bexdayê teqez dikin.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Herêma Kurdistanê piştî civîna konseya rêberiyê ya  partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ku îro yekşemiyê bi beşdariya  Mesûd Barzanî serokê partiyê hat lidarxistin di nava koma nûçegîhanan de got ku hilbijartinên  dewra pêncan a parlemana Herêma Kurdistanê di dema qirarkirî  dê were lidarxistin û lidarxistina  hilbijartinê di dema qirarkirî, ne tenê xwesteka  partiya Demokrat belkî daxwaza hemî partiyan e.

  Nêçîrvan Barzanî her wiha got ku PDK sibê dê civînekê bi YekitiyaNiştimanî ya Kurdistan Iraqê re bona gotûbêja li bara  çawaniya  beşdariya li dewleta nû ya Iraqê li dar bixe.

Wî got ku  gotûbêjên konseya rêvebir a  PDK û YNK ku li Bexdayê bi aliyê iraqî re didome û d eynî demê de jî bona bidestxistina encamê û hevhatina  dawiyê didome û ev çavrêtiya heye ku  beriya  lidarxistina civîna  parlemana Iraqê li şemiya tê, partiyên  herêmê li hev bikin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018