Neraziyan Sênaya Amerîkayê dagir kirin / 575 kes hatin girtinê

Neraziyan Sênaya Amerîkayê dagir kirin / 575 kes hatin girtinê

Bi sedan kes ji çalakên civakî yên Amerîkayê roja Pêncşemiyê bi bilindkirina hin dirûşmeyan bi nîşana rexneya ji siyaseta "Tehemula Sifir" a Donald trumpê serokomarê Amerîkayê derheqê koçberên neqanûnî, avahiya rêvebiriyê ya Sênaya Amerîkayê dagir kirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Nerraziyan ku pirraniya wan jin bûn li avahiya Hartê ya Sênaya Amerîkayê li waşîngton ketin grevê û bi nîşana dijaytiya digel siyasetên trump dirûşme bilind kirin.

Demekê piştî vî karê neraziyan, polîsê Amerîkayê kete tevgerê û 575 kes ji nwan girt.

Xanima Pramîla Cayapalê ku endama dêmokrat a Kongreya Amerîkayê ji parêzgeha waşîngtonê ye jî ji wan kesan e ku hatine girtin.

Twittera vê nûnera Kongreya Amerîkayê hegera beşdariya Pramîla Cayapalê li kombûna nerqaziyan li ber avahiya Sênaya Amerîkayê, dijayetiya wê digel "Siyasetên zalimane yên Trump" derbarê koçberan da zanîn.

Dewleta Azmerîkayê bi berxwegirtina siyaseta qaşo "Tehemula Sifir" li hemberî hatina koçberên neqanûnî, yek ji mafên herî aşkira û ron ên mirovî binpê kiriye. Li çarçova vê siyasetê derdora du hezar zarok di hefteyên bihurî da bi zorê ji dêbavên xwe hatine cudakirin û li kampên cuda li dirêjahiya sînorê Amerîka û Mêkzîkê hatine zindanîkirin.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şermezarkirina vê reftara dewleta Amerîkayê ragihan dku bi giranî li bara siyaseta ku li gorî wê zarok ji ber liv û tevgerên dêbavên xwe tên tembîkirin, bi fukar e.

Karzanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kirine ku cudakirina zarokan ji dêbavên wan, derbeka bitalûke ya rûhî li wan dixe.

Amerîka tenha welat e ku nivîsa navneteweyî ya piştgiriya ji mafên bingehîn ên zarokan pesendn nekiriye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018