Nesrullah: Emê hemî li Qudsê nimêj bikin / Cîhan tev de zextê bike jî em ji Sûriyê dernakevin

Nesrullah: Emê hemî li Qudsê nimêj bikin / Cîhan tev de zextê bike jî em ji Sûriyê dernakevin

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Libnanê Hesen Nesrullah got: Em ne li dûyî vê ne ku em kesekî bikujin an derekê bişehtinin yan kesekî bavêjin zeryayê. Em ji we re dibêjin ku vegerin herin welatên hûn jê hatine û heger hûn di dagirkerîyê de îsrarê bikin dê roja şerê mezin were û li wê rojê ye ku emê tev li Qudsê nimêj bikin.

Rêberê Berxwedanê Îslamî ya Libnanê Seyid Hesen Nesrullah, bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê li Marûn er-Ras’ê yê bi Filistînê re hevsînor e û dikeve başûrê Libnanê, axiftin kir.

Seyid Hesen Nesrullah di axiftina xwe de diyar kir ku hedefa Îmam Xumeynî (r.a) ji navandina îna herî dawîn a meha mibareke Remezanê bi Roja Qudsê ev bû ku doza Filistînê û Beytu-l Meqdisê di wijdana umeta Îslamî de zindî bimîne û hemû gelên cîhanê bi vê mijarê hevgirîya xwe ragihênin.

Wî lê zêde kir: Qudsa Şerîf esasê bingehîn ê pevçûna heyî ya ligel rejîma sehyonîstî ye û zêdetir ji 70 sal e ku ev pevçûn dest pê bûye û bajarê Qudsê jî nemad û sembola vê pevçûnê ye.

Seyid Hesen Nesrullah li bara sedemê hilbijartina Marûn el-Rasê wek cihê bibîranîna Roja Cîhanîya Qudsê ya îsal jî got: Ev yek ji bo me du sembolan nîşan dide; a yekem nêzikî Filistînê bûyîn e û ya din jî ruhê berxwedan û dijatîya ligel rejîma sehyonîstî ye.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Libnanê bal kişand ser ku Roja Cîhanî ya Qudsê tevî hewldanên dijminan bo derxistina wê ya ji rojevê dîsa jî her sal hîn biîhtişamtir û zindîtir tê li dar xistin; ji ber ku doza Filistîn û Qudsê di wijdan û dilê gelên cîhanê de dozeke zindî ye.

Wî amaje bi sê tehdîtên bingehîn ên ser Qudsê kir û got: Tehdîda ewil naskirina Qudsê wek paytextê Îsraîlê ji bal Amerîkayê ve ye ku ji siyaseta Amerîkayê jî pêşbînîya vê yekê dihat kirin. Lêbelê welatên Misilman û tevahiya cîhanê divê vê yekê bi fermî nasnekin û radestî vê teşebusê nebin. Hewleke hindik ji hêla welatên Misilman û Erebî û Sazîya Hevkarîya Îslamî û Yekîtîya Ereban ve dê têrê bikê da ku em di vê têkoşînê de biserkevin û nehêlin ku welatên mayî jî ber bi nasîna Qudsê wek paytextê Îsraîlê ve biçin.

Seyid Hesen Nesrullah her wiha got: Tehdîta diyem a li ser Qudsê têkildarî guhertina rewşa bîyografîk a vî bajarî ye. Rejîma sehyonîstî ji dema dagirkirina Qudsê li sala 1967an vir ve li pêyî guhertina nasnameya vî bajarî ye û hewl dide bi rêya bi ser Qudsê ve kirina bajerokên derdorê yên sehyonîst û îlhaqî bajêr kirina wan li bin navê “Qudsa Mezin”, hejmara sehyonîstên li bajêr zêde bike û Misilmanan mecbûr bike ku dev ji Qudsê berdin.

Wî der barê tehdîta siyem de jî got: Gefa siyem jî kêşeya berhem û nirxên pîroz in, bitaybet jî Beytu-l Meqdîs, mizgefta Eqsayê û tevahiya eser û şûnên pîroz ên li nava Qudsa Şerîf in.

Seyid Hesen Nesrullah her wiha dirêjayî dayê û got: Di her du tehdîdên diyem û siyem de barê giran ê têkoşîna li dijî sehyonîstan dikeve ser milê xwecih û nîştecihên Misilman û Mesîhî yên li Qudsê; bi gotineke din, mayîna wan ya li Qudsê û parastina mal û milkên xwe yên li vî bajarî şerê rastîn tê hesibandin û ev şer ji sala 1967an dest pê bûye û heya îro didome.

Rêberê Berxwedana Îslamî ya Libnanê lê zêde kir: Xelkê Beytu-l Miqeddesê li şûna umeta îslamî û bi ser navê wê, Qudsa Şerîf û mizgefta Eqsayê diparize û xelk û Misilmanên din jî pêwîste ji hêla malî û abûrî ve alîkarî û destekê bidin şênîyê Qudsa Şerîf da ku li malên xwe bimînin û bajêr neterkînin û jêr zexta abûrî û debarê de teslîm nebin.

Wî her wiha got: Mixabin hin kesên Ereb û hin welatên Erebî yên kendavê bo kirîna malan ji xelkê Beytu-l Meqdîsê pereyan dişênin û tacirên xayîn ên Ereb, xanîyên Filistînîyan ji bo sehyonîstan dikrin.

Sekreterî Giştî yê Hizbullahê di berdewama axiftinê de wiha got: Têkildarî Qudsê û Filistînê tehlûke û xetereke din jî nû derketiye holê ku di nava van 70 salên borî de heta niha me nedîbû ku ew jî, ji hêla dînî, felsefî û dîrokî ve teorîzekirina têkçûna li hember dijminê sehyonîstî ye. Kesên ku dixwazin taç û textê wan ji alîyê Amerîkayê ve bê parastin, dest davêjin tehrîfkirina wateyên Quran û riwayetên Îslamî û Îsraîlê bi fermî dinasin û bi dawîbûna doza Filistînê qayil bûne.

Wî eşkere kir: Wezger û xetîb û feqîhên qesrê piştî 70 salî pê hesiyane ku mafê sehyonîstan yê dîrokî û dînî li Qudsê heye û divê ev bajar radestî wan bê kirin. Li dijî vê yekê, berpisyarî û erka aliman, bîreweran, dezgegên çapemenîyê û ya hemû kesên xwedî şor û şiyan in ew e ku bikevin nav livûtevgerê da ku pêşî li belavbûna vê fikra rêşaşane ya têkildarî Qudsê bigrin.

Rêberê Berxwadana Îslamî ya Libnanê lê zêde kir: Hin kes li dû ne ku nava nifşên me de pêşik û ewlewiyetan cî bi cî bikin. Têkoşîna me bi xurtkirina hawirdora stratejîk teşe digre. Rûdanên ku li Filistînê diqewimin tev nîşanderê helwesta gelê Filistînê li kevîya Xezzê ne.

Seyid Hesen Nesrullah diyar kir: Piranîya qethî ya Filistînîyan ku diçin kersaxa sinorî ya Xezzê, ciwan in û eve parametreyeke baş e di vî warî de.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Libnanê her wiha got: Ji rêberên siyasî û ciwanan heta bi çînên din ên civakê hemû derdorên Filistînî bona pejirandina lihevkirina sedsalê, di bin givaş û zextên giran de ne. Digel vê yekê, disa jî ev gel dê dev ji doza xwe bernede.

Wî daxuyandin ku berxwedana miletê Filistînê di şerê me de xala bihêz a sereke ji bo têkbirina lihevkirina sedsalê tê hesibandin. Heta gelek kom û grûhên Ereb û Îslamî hevbenditîya xwe ligel miletê Filistînê diyar kirin.

Seyid Hesen Nesrullah lê zêde kir û got: Hemû welatên Ereb ên ku girêdayî Amerîkayê ne, gelên wan di warê piştgirî û himayekirina Filistîn û Qudsê de rastî zextan tên û lewra em dibînin Sen`a tenane paytextê Erebî ye ku hejmareke mezin ji gelê vî welatî, tevî birçitî, nexwaşî û bombebaranê bo derbirîna hevbenditîya xwe bi Filistînê re xwepêşandan li dar xistin. Eve, bawerî û îmana wan a rastîn nîşan dide. Li Behreynê jî gel, tevî tepisandin û betalkirina hemwelatîyê dîsa jî piştgirîya xwe ligel Filistînê ragihandin. Li alîyê dinê jî rejîma Behreynê li dûyî asayîkirina têkilîyên xwe ligel rejîma sehyonîst e.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Libnanê di berdewamê de wiha axifî: Heke Îran di doza Filistînê û plangerîya li dijî wê de teslîm bibûya dê hewqas neketiba ber dijminîya Amerîkayê û Îsraîl û welatên Erebî yên kendavê. Ji xwe tebiî ye ku her kes neyartîyê ligel Îranê bike xwe nîzikî Îsraîlê kiriye û ev rûdaneke qewimî ye. Welat û milet û dewlatê Îranê di enîya berxwedanê de cî girtiye û piştgirîyê dide Filistîn û Qudsê û ev xala me ya bihêz e. Em ji kesên ku hesabê xwe li ser rûxîna pergela Îranê vekirine re dibêjin ku hûn di nav leylan û xeyalan de dijîn. Di mihwerê berxwedanê de Îran welatekî mezin ê herêmî ye.

Wî her wiha dirêjayî dayê û got: Sûrîye jî welatekî bibandûr e di enîya berxwedanê de. Ez ji teva cîhanê re dibêjim ku qet ti plan û projeyeke Hizbullahê li Sûrîyê nîne û em tenê li ser daxwazîya rêveberîya Sûrîyê li wir in û heke cîhan tev rabe ser xwe daku me ji Sûrîyê derxînin, bêyî daxwazîya rêbertîya Sûrîyê, emê qet jê dernekevin.

Rêberê Berxwedana Îslamî ya Libnanê dûpat kir ku wê Qudsa Şerîf li şênî û xweyên xwe vegere û Filistîn dê azad bibe û hemû derewên Netenyahû jî dê qet bi kirê wî neyên.

Wî diyar kir ku heya dagirker ji Filistînê biçin û xwecihên resen li wir bimînin, şor û biryara berxwedanê dê her teşebus û çalakî be.

Seyid Hesen li dawîyê destnîşan kir: Em ne li dûyî vê ne ku em kesekî bikujin an derekê bişehtinin yan kesekî bavêjin zeryayê. Em ji we re dibêjin ku vegerin herin welatên hûn jê hatine û heger hûn di dagirkerîyê de îsrarê bikin dê roja şerê mezin were û li wê rojê ye ku emê tev li Qudsê nimêj bikin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018