Nesrullah: Kêşeya Amerîkayê ligel Îranê nûkleerî nîne / DAIŞ heyîneke seretanî ye

  • Kodê Nûçe : 859822
  • Çavkanî : Abna
Brief

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Kêşeya rastîn a Amerîkayê ligel Îranê ev e; Têhran sedemê eslî û rasteqîn ê têkçûna plana Amerîka û Erebîstanê li heremê ye, lewra vî welatî bi piştewanî terorîzmê tewanbar dikin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê di merasîma roja heftemîn a şehadeta Elî el-Aşiq û Mihemed Hesen Nasiruddîn de sersaxî li malbeta her du şervanên Hizbullahê kir û li ser keseyatî û sifatên exlaqî yên her du şehîdan ên ku di rojên şîndar ên Miheremê de li Sûriyê şehîd ketibûn, sekinî û got: Mihemed Hesen Nasiruddîn hîna 20 salî bû ku şehîd ket û ji zarokatîyê de girêdayî dîn û cîhadê bû.

Emdamê Libnanî yê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê wiha lê zêde kir: Bi dehan şehîdên ciwan ên berxwedanê hene ku yekane zaroyên malbetên xwe ne, helbet em ne ligel vê yekê ne ciwanê ku tekane zaroyê malbeta xwe ye, bêyî destûra dêûbavê xwe were telvî enîyên cîhadê bibe, lê pirsa ku li vir tê holê ev e; çi kartêger dibe baîs ku ev zaroyên mezin an biçûk biçin enîyên şer û şehîd bikevin?

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, derbarê Şehîd Elî Hadî el-Aşiq ku bi Hec Ebbas navdar e got ku ew yek ji fermandarên operasyona azadkirina yekem a başûrê Libnanê li sala 2000an bû. Hec Ebbas di şerên cîhadî de ji fermandarên sereke yên Hibullahê û her wiha yek ji fermandarên operasyona azadkirina diyem a Libnanê bû.

Seyîd Hesen Nesrullah bal kişand ser ku Hec Ebbas di şerê li dijî terorîzmê de ji operasyona Quseyrê heya şerê dawîn ê li Cerdûda Ersalê û herba Qelamûnê li hemû qadan hebû.

Seyîdê berxwedana Libnanê got: Cihgirtina yekser a Hec Ebbas di xeta pêşîn a şer de girîngtirîn taybetîya wî bû. Di her şerî de hema telvî enîya pêvçûnê dibû û nediket şikê.

Sekreterê Giştî yê Hibullaha Libnanê wiha dirêjayî da axiftina xwe: Xwîna şehîda ye ku dibe baîs serketin pêk werin û li dehatûyê dibe sedama serketinê. Ev kes li deşta Sûriyê ya ku mesaheya wê bi deh hezaran kîlometre ye û bajarên Dêyre Zorê, Meyadînê, Bûkemalê û sînorên Sûriyê û Iraqê digre nav xwe, şehîd ketin.

Wî lê zêde kir: DAIŞ li vê dema dawîn ji piranî gund û bajaran derketiye. Hin kes wer bawer dikin ku şopandina DAIŞê heya sînorên Surîye û Iraqê divê bê sekinîn lê heger ev şopandin devam neke tê vê wateyê ku dê DAIŞ careke din êriş bike, ji ber ku armanceke din a DAIŞê tineye û karê vê koma terorîst tenê qatlîam û teror û kavilkirin e. Heke ne ji hewldanên dawîn ên artêşa Sûriyê û têkoşerên berxwedanê bûya bi îhtimaleke mezin şer di qonaxeke dî re derbas dibû.

Seyîd Hesen Nasrullah wiha dewam kir: Hin kes hene ku li pêyî asteng kirina şer ligel DAIŞê ne û li dûyî paşvexistina vî şerî ne û yên ku li pêyî vê yekê digerin jî, Amerîkî ne.

Wî got: Amerîka qet naxwaze ku DAIŞ li bilindîyên li sînorê Lîbnanê ji nav biçe û loma zext anî ser dewlet û artêşa Libnanê û alîkarîyên xwe ji artêşa Libnanê ji bo demekê qutkirin. Amerîka qet nalezîne ku DAIŞ bi dawî bibe, çiko armanca xwe tinekirina artêş û neteweyên navçeyê û xwînrijandin e û divê DAIŞ hebe daku di demeke herî zêde ya guncav de vê erka bi cî bîne.

Seyîd Hesen dirêjayî dayê û got: Em li navçeyê hatine hemberî planeke nû ya Amerîka û Erebîstanê û di gava ewil a vê plangerîyê de dixwazin Komara Îslamî ya Îranê bikin armanca êrîşê. Kêşeya rastîn a Amerîkayê ligel Îranê ev e ku plana Amerîka û Erebîstanê li herêmê ji hêla Îranê ve hate têkbirin û ji ber vê yekê vî welatî bi piştgirîya terorîzmê tewanbar dikin û mûra piştgirîya terorê lê dixin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bi berdawî got: Emê li benda daxuyanîyên Trump ên li ser stratejîya Amerîkayê ya li dijberî Îranê biminîn û ev mijare dê bandora xwe li ser tevahiya navçeyê bike. Hin gotin derheqê polîtîkayên nû yên li dijberî Hibullahê hene ku heta Rusya jî van napejrine, çiko Moskova û Têhran xwe diparêzin û polîtîkayên nû yên li dijî Hizbullahê ji ber vê mekrê ne ku bi şanazî beşdarî serketinan û têkçûna plangerîyan bûye.

Wî destnîşan kir ku Amerîka li dûyî dirêjkirina temenê DAIŞê ye û heke ne ji dewlet û gelê Iraqê bûya şerê li dijî DAIŞê bi salan dewam dikir. Memûrîyeta DAIŞê kavilkirina Libnanê, Sûriyê û Iraqê û tinekirina artêşan û neteweyan e.

Nesrullah diyar kir: Ya ku li navçeyê diqewime, sernaryoya Amerîkanî- Siûdî ye û bêguman ev senaryo li Iraq û Libnanê têkçûye û li Sûriyê jî giştîye ber têkçûnê.

Wî eşkere kir: Balyozê Erebîstanê yê Iraqê got, ambargoyên Amerîkayê meseleyê çareser nake. Samir Subham bi hêza herêmî ya Hizbullahê dizane û îz`an dike ku li hemberî Hizbullahê derketin tenê bi rêya hevbendîya navneteweyî ya bibiryar pêkan dibe.

Seyîd Hesen Nesrullah destnîşan kir ku Erebîstanê li dijî Yemenê şer ferz kir û hêzên xwe şandin Behreynê û nahêle di nava alîyên Yemenî-Yememî de û her wiha di nava alîyên Beyreynî-Behreynî de goftûgo bêne kirin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bal kişand ser ku aştî û aramîya navçeyî vê çaxê dikare pêk were ku Erebîstan li quncekî rûne û dev ji piştgirîya komên terorîst berde. Ji Yemenê, Behreynê û Iraqê bigre heya Pakistanê yê ku nahêle li welatan aştî pêk were Erebîstan bi xwe ye û Îsraîl li kêleka vî welatî dibe asteng li ber pêkhatina aştî û aramîya navçeyî.

Nesrullah li dawîya axiftina xwe ameje bi mijarên navxweyî yên Libnanê kir û got: Serokkomarê Libnanê Mîşel Awn ne keseke ku ji hêla Hizbullahê ve hatibe erkdarkirin, lêbelê tiştê ku Amerîkîyan bêhêvî dike ev e ku ew li dûyî serokkomarekî wezîfedarkirî û girêdayî balyozxaneya Amerîkayê digerin lê Mîşel Awn nûnerê exlebê gelê Libnanê ye û wek sîgortaya neteweyî ya rastîn tê hesibandin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam